Li Amedê dubare berf bariya 2021-02-18 10:05:25   AMED – Li Amedê di saetên şevê de barîna berfê dest pê kir û her devera Amedê xemiland.    Duh bi şev li Amedê barîna berfê dest pê kir. Kuçe, cade û meydanên bajêr bi berfê xemilî. Sitûriya berfê 10 santîman derbas kir.    Bi barîna berfê re sir û seqemê jî bandora xwe nîşan da û hêjayî gotinê ye ku hişkesaliyê cihê xwe ji barîna berfê re hişt. Germahiya hewayê daket heta 6 pileyan. Tê payîn di saetên pêş de barîna berfê rawest e. Her wiha barîna berfê ji bilî navenda Amedê li navçeyên wê jî bariya û rêya gelek gundan li çûnehatê hat girtin.