Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest 2021-02-18 12:34:38   AMED - Dozger der barê efser Yusuf Çalişkan ê ku Dîlek Kaya ya 35 salî kuşt de îdeaname amade kir û bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" jê re cezayê muebbetê xwest.    Di 22'ê Adara 2020'an de li xaniyên TOKî yên Navçeya Peyasê ya  Amedê Efser Yusuf Çalişkan ê 29 salî, li Fermandariya 8'emîn Barageha Jet'an a Amedê jina 35 salî Dîlek Kaya kuşt. Dozgerê Komarê yê Amedê piştî salekê der barê Efser Çalişkan de îdeaname amade kir. Dozger bi sucdariya "Bi zanebûn bi çekê kuştiye" der barê Çalişkan de cezayê muebetê dixwaze. 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îdeaname qebûl kir. Yekemîn danişina dozê dê di 21'ê Nîsanê de bê dîtin.