AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural 2021-02-18 12:48:18   STENBOL - Rojnameger Beyza Kural dema nûçe dişopand, bi tundiya polîsan re rû bi ru mabû. Kural ji ber tundiya polîsan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM'ê biryar da ku polîs  tazmînata manevî bidin Kural.    Di 6'ê Mijdara 2015’an de li Stenbolê dema rojnameger û nûçegîhana Bîanetê Beyza Kural nûçe dişopand, bi tundiya polîsan re rû bi rû mabû. Polîsan Kural binçav kirbûn û piştre serbest hatibû berdan. Polîsan gefa “Ji niha û şûnde dê tu tişt ne wekî berê be. Em ê vê yekê fêrî we bikin" û gef li Kural xwaribûn. Kural ev yek qeyd kiribû. Li ser vê yekê Kural, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM'ê jî serlêdan nirxand  û di 12'ê Çileya 2021’an de biryar da ku azadiya çapemeniyê hatiye îhlalkirin. Dadgehê biryar da ku tazmînatê bidin Rojnameger Kural. Dadgehe biryar da ku 15 hezar tl tazmînata manevî bidin Kural.