Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin 2021-02-18 15:19:11   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re çûn serdana Partiya Çep û li vir got: “Pêwîste em li dijî poltîkayên şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet” de çûn serdana Partiya Çep. Şandeya HDP’ê ji aliyê rêveberên Partiya Çep Îlknur Başer, Gîzem Kul Kurekçî û Onder Îşleyen ve hatin pêşwazîkirin.    Piştî serdanê Sancar daxuyanî da çapemeniyê û got ew di çarçoveya kampanya wan a “Destpêkê Edalet” de serdana Partiya Çep kirine û hevdîtin li gel wan kirine. Sancar anî ziman ku wan derbarê kampanya xwe de rêveberên Partiya Çep agahdar kirine û got: “Armanca me ne tifaqa hilbijartinê ye armanca me tifaqa demokrasiyê ye. Divê li dijî şer û rageşiya îqtidarê em mekanîzma û rêbazên tifaqa demokrasiyê ava bikin. Îqtidar ji bo hebûna xwe bidomîne serî li polîtîkayên şer dide.”   ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’    Sancar destnîşan kir ku li Tirkiyê bêedaletiyek kûr diqewime û wiha got: “Her ku diçe li her qadê pirsgirêk mezin û kûr dibin û em bi rewşek wiha re rûbirû ne. Sedemê derketina van pirsgirêkan polîtîkaya şer, dubendî û rageşiyê ya îqtidarê ye. Nemaze divê em hêzên alîgirên demokrasî, edaletê, aştiyê û azadiyê divê helwesta xwe nîşan bidin û ev yek gelek girîng e. Pêwîste em li dijî polîtîkayên şer ên îqtidarê têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin.”