Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin 2021-02-18 16:31:28   EDENE – Danişîna doza derbarê polîsê Alî El Hemdan ê ji Sûriyeyê kuştibû hat lidarxistin. Danişîn bêyî parêzer û malbatê hat lidarxistin. Polîs F.K. ê kujer îdia dike ku mafê mirovan diparêz e.    Li Edeneyê di 28’ê nîsana 2020’an de polîs F.K. bi çeka xwe Alî El Hemdan (17) ê ji Sûriyê kuştibû. Ji sûcê “bi qestî kuştin” derbarê polîs de doz hat vekirin. Danişîna sêyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Edeneyê hat lidarxistin. Li eywana danişînê tenê polîsê kujer û parêzerê wî amade bûn. Mîna wek danişîna beriya viya dîsa malbat û parêzerên xwe beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên Baroya Edeneyê, û Şaxên ÎHD’ê û ÇHD’ê yên Edeneyê, Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê û Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Aydenîz dozê şopandin.    Dadgehê daxwaza parêzerên Baro, ÇHD, ÎHD’ê ya daxiliyê red kiribû. Lê bavê Hemdan hemû parêzeran wek wekîlê xwe qebûl kiribû.    Di danişînê de Ahmed El Hemdan ê şahid hat guhdarîkirin û bi rêya wergêr beyanên wî hatin wergirtin.    Di danişinê de parastin hatin kirin. Polîs F.K. parastina xwe kir û îdia kir ku ew mafê mirovan diparêz e û li gel kuştinê jî xwe mafdar derxist.    Dadgehê dewama girtina bersûc da û carek din daxwaza parêzeran a daxiliyê red kir. Danişîn taloqî 27’ê gulanê hat kirin.