Betali bû sedema întîhara muzîkarekî 2021-02-19 08:38:29   ÎZMÎR - Muzîkar Mehmet Mert El, ji ber salek e betal bû û nikaribû debara xwe bike întîhar kir.    Muzîkar Mehmet Mert El ê li amûrê perkusyonê dide û debara xwe dike, ji ber salek e betal bû û nikaribû debara xwe bike, dawî li jiyana xwe anî. El, li warên Kafe-Baran li amûrê perkusyonê dixist û debara xwe dikir. Lê ji ber war û salonên muzîkê girtî ne, El betal mabû û nikaribû debara xwe bikiraya. Pişteaniya Xebatkarên Cafe-Bar'ê li ser hesabê Twitterê daxuyanî dan û anîn ziman ku hevalê wan ê  muzîkkar ji ber nekaribû debara xwe bike dawî li jiyana xwe anîye. Piştevaniyê anî ziman ku rêveberên ku hawar û dengê wan nebihîstine berpirsiyarê vê întîharê ye.