‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek' 2021-02-19 09:21:34   SÊRT - Hevserokê TÛAY-DER a Şaxa Sêrtê Tahîr Cengîz, ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bang kir û got: "Ji bo em bibin dengê girtiyan, divê bibin yek."    Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 85'an de ne. Hevserokê Komeleya Alîkariya Ji Bo Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) a Şaxa Sêrtê Tahîr Cengîz, bal kişand ser asta çalakiya greva birçîbûnê û bang li raya giştî kir ku xwedî li çalakiyê û daxwazên girtiyan derkeve.    Cengîz, anî ziman ku piştî ku çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine gelek malbatan derbarê binpêkirinên mafan de serî li wan dane û got: "Binpêkirinên mafan ên vê serdemê ji yên salên 80 û 90'î xedartir in. Êrîşên derûnî û fizîkî yên wê demê niha jî tên kirin. Her wiha ev tişt tên serê malbatan jî. Sirgûn, qedexekirina hevdîtinan, qedexekirina hevdîtina bi rêya telefonê re malbat jî tên cezakirin. Bifikirin malbat li Sêrtê ye, lê zarokên wan li Bandirmaya Balikesîrê ye."    ‘KONSEPTA TAYBET'    Cengîz, anî ziman ku li Sêrtê 250 girtiyên siyasî hene û got: "Piştî ku Girtîgeha Sêrtê hat xerakirin, girtî sewqî Girtîgeha Qubînê ya Tîpa T'yê kirin. Di dema sewqkirinê de li hemberî şewbê tevdîr nehatine girtin. Girtîgeha nû jî konsepteke taybet e."    Cengîz, diyar kir ku rêvebiriya girtîgehê gefa şewitandina înfazê li girtiyan dixwe û êdî çalakiya dengderxistinê bixwe jî dibe hnceta şewitandina înfazê. Cengîz, bibîr xist ku girtî ji ber neheqiyên bi vî rengî dest bi greva birçîbûnê kirine. Cengîz, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan, li ser gelê kurd jî tê pêkanîn.    FATÛREYA AV Û CERYANÊ    Cengîz, anî ziman ku girtîgeh fatûreyên av û ceryanê ji malbatan re dişîne û bal kişand ser lêgerîna tazî ya li têketina girtîgehê li malbat û girtiyan tê ferzkirin. Cengîz got: "Ez bixwe jî rastî vê hatim. Malbatên diçin tên ji me re diêjin. Divê ev pêkanînan ku rûmeta mirovan dieciqîne ji holê bê rakirin."    Her wiha Cengîz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û xwest rojek berî rojekê bên berdan.    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Cengîz, destnîşan kir ku daxwaza sereke rakirina tecrîdê ye û hemû kesên xwedî wijdan divê bibin dengê berxwedana li girtîgehan. Cengîz got: "Em, ji bo bibin dengê girtiyên di nava çar dîwaran de, divê em bibin yek. Divê em bi rêya saziyan, bi rêya çapemeniyê bibin dengê wan. Ji lewra çavên wan li me ye. Lewma divê em piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê bikin."