Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e 2021-02-19 10:12:41   MÊRSÎN - Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan a ku 8 eskerên di operasyona li Omeramê de ketibûn destê PKK'ê, teslîm girtin, sedem û encama operasyona li Garê nirxand û anî ziman ku operasyona Garê encama polîtîkaşên şer e û wiha got: "Îqtîdarê pratîka sûc kiriye û dixwaze vî sûcî bavê ser partiya me."    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 10'ê Sibatê de ji milê Herêma Federe a Kurdistanê li dijî qada Garê operasyon li dar xist. Di operasyonê de kampa ku 13 endamên esker, polîs û MÎT'ê yên di destê PKK'ê de bombe kir û 13 esker û polîs kuştin. Lê hem medya hawiz û hem jî îqtîdara AKP-MHP'ê hewl dide ku vê yekê berovajî nîşan bide û wekî serkeftinek mezin bi dest xistibe nîşan dide. Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan a ku 8 eskerên di operasyona li Omeramê ya 2007'an de ketibûn destê PKK'ê, teslîm girtin, têkildarî sedem û encama operasyona TSK'ê ya li dijî Garê nirxandin kir. Wê demê heyeta ku di navde parlamenzerên DTP’ê jî hebûn çûbûn 8 esker paşve girtibûn. Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, qala wê demê kir û wiha got: "Em heyeta ku ji Tirkiye çûn me bi YNK û PDK'ê re ketin têkiliyê. Piştre me bi rayedarên PKK'ê re têkilî çêkir. Li ser van têkiliyan me esker bi saxî teslîm girtin û me radestî malbatnên an kirin. Dema em vegeriyan Tirkiyeyê der barê me de kampanya lîncê dan destpêkirin. Wê demê wekî partiyê me fedekariyek mezin kir. Tevî hemû talûke û lîstikan em çûn herêma şer. Me eskerên ku PKK’ê ew dîl girtibûn teslîm girtin û bi saxî anîn. Me li gorî peymanên navneteweyî gav avêt. Dema me esker girtin me merasimek fermî pêk anî li gorî proseduran gav avêtin. Esker ji aliyê DYA'yê ve bi balafiran anîn Tirkiyeyê."     MIZÎN BÛ DARBEST    Kurtulan, operasyona Garê rexne kir û wiha got: "Di encama operasyona eskerî ya li Garê de 13 esker, polîs û endamên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de hatin kuştin. Ji bo Tirkiye karibe esker û polîsên dîl bi saxî teslîm bigire tenê rêbazek heye. Ew jî dîyalog e. Lê Tirkiye ev yek nekir û operasyon pêk anî. Ji xeynî diyalogê hemû rê encamê nagirin. Tirkiye nexwest bi PKK'ê re bibe muxatab. Ji ber vê yekê rêbaza diyalogê red kir. Tirkiye rizgarkirina bi saxî ya esker û polîsên xwe ji bo xwe nake derd. Bi polîtîkayên ewlekarî û şer tev digere. Rayedaran gotin em ê agahiyên mizgîniyê bidin. Lê mizgînî bû darbest û li malbatan vegeriya. Li vir berpirsiyariya siyasetê pir zêde ye. Ev teqez sûc e. Vî sûcê xwe niha davên ser partiya me. Partiya me tawanbar dikin."     Kurtulan, da zanîn ku malbatên zarokên wan dîl hatine girtin bi salan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) didin û wiha lê zêde kir: "Malbatan serî li hemû partiyên siyasî dan. Eger erk û peyvir dabûna partiya me, dê partiya me ev yek pêk anîbûya. Me dê ev esker û polîs bi saxî teslîmî malbatan kiribûya. Niha Soylu ÎHD’ê dike hedef. Lê ÎHD'ê ji bo wan kesan bi saxî teslîmî malatan bike gelek têkoşiya. Li gel malbatan serî li hemû deriyên rayedaran dan. Lê mixabin bi 20 balafiran herêm bombe kirin. Cenazeyê wan teslîmî malbatan kirin.    'LI ŞÛNA HESAB BIDIN HESAP DIPIRSIN'    Kurtulan, da zanîn ku AKP, MHP û 2 wezîrên wan li deriyê partiyan digerin û ji berpirsiyariyê direvin û wiha axivî: "Niha sûc û berpirsiyariya xwe davên ser derdorê. Partiya me dikin hedef. Gefan li partiya me dixwin û dixwazin partiya me bigirin. Dixwazin daraz têkeve nava liv û tevgerê. Bi van rêbazan nikarin serê gelê Kurd û HDP’ê bitewînin. Niha dixwazin hêzên muxalif perçe bikin. Dixwazin CHP û HDP'ê bînin beramberî hev. Dixwazin Partiya Îyî, Saadetê  û partiyên din bînin cem xwe. "    'EM DEST JI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BERNADIN'    Kurtulan, herî dawî destnîşan kir ku hem kurd û hem hemû beşên civakê ji van polîtikayên şer û tundiyê zerarê dibînin û wiha bi dawî kir: "Ji bo bûyerên wekî Garê dubare nebe divê şer bi dawî bibe. Eger Tirkiye dixwaze esker û polîsê xwe ji destê PKK'ê bigire divê bi PKK'ê re têkeve diyalogê. Rêya vê yekê diyalog e. Divê şer bi dawî bibe. Ji bo şer bi dawî bibe pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe emê têkoşîna xwe ya aştiyê heta dawî berdewam bikin."    MA / Omer Akin