Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye 2021-02-19 12:12:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Daîreya Îstîxbaratê yê Serfermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn, di bernameyeke televizyonekê de îtîraf kir ku MÎT’ê her sê jinên kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê qetil kiriye.   Serokê Daîreya Îstîxbaratê yê Serfermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn, di bernameyeke televizyonekê de rola MÎT’ê ya di qetilkirina her sê jinên kurd ên siyasetmedar ku li Parîsê hatibûn qetilkirin îtîraf kir. Omer Guney ku di cinayeta Sakîne Cansiz (54), Leyla Şaylemez (24) û Fîdan Dogan (28) gumanbar wê li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê bihata darizandin. Lê ji ber Guney hêj doz dest pê nekiribû di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, dosye hatibû girtin. Fransayê sala derbasbûyî biryara ji nû ve bê lêkolînkirin dabû ku tiliya MÎT’ê di cînayetê de heye an na.   ‘BERIYA NIHA LI PARÎSÊ HAT KIRIN’   Pekîn di bernameya ku mijara operasyona Garê ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dar xist dihat axaftin de pirsên Ahmet Hakan bersivandin. Pekîn bersiva pirsa "Tîma mejî ya PKK’ê çar in” a Hakan da û rola MÎT’ê ya di komkujiyê de wiha îtîraf kir: “Zêdetir e. Rêveberiya Konseyê heye. Ser serê wê jî bawer im niha Mûrat Karayilan heye. Di binê wî de jî tîm hene. Mesele ew zêde ji Qendîlê dernakevin. Li Ewropayê jî endamên wan hene. Divê em tiştekî ji endamên wan ên Ewropayê bikin. Beriya niha li Parîsê hat kirin lê…”   Piştî van gotinên Pekîn, Ahmet Hakan mafê axaftinê girt, mijar guhert û weşana xwe domand.