Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir 2021-02-19 13:58:22   STENBOL - Xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku wê li dijî zextên desthilatiyê berxwedana xwe bidomînin û careke din bang kirin ku rektorê qeyûm Melîh Bûlû îstîfa bike.   Xwendekarên zanîngehê bi civînek çapemeniyê rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î danîne ser Zanîngeha Bogazîçiyê protesto kir. Xwendekaran li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîn li dar xist û pankarta “Hêza me di cihê xwe de ye, dilê me têr dike. Di serî de Melîh em ê we hemûyan rê bikin” daliqandin. Li ser navê xwendekaran, Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Cîhan Çîçek axivî.   ‘KESÊN LI BERXWE DIDIN DIKIN TERORÎST'    Çîçek diyar kir ku çalakiya wan a di 4’ê çile de dest pê kir li gelek cihên welat û cîhanê belav bû û bal kişand ser zêdebûna zextên li ser xwendekaran. Çîçek anî ziman ku desthilatiyê bi hemû amûrên xwe xwendekar weke “terorîst” îlan kirine û wiha got: “Bi destê medyaya hawiz her roj kesên li ber xwe didin hedef tên nîşandan û bi gotina terorîstiyê asta êrişan mezintir dikin.”   ‘QEYÛM HEMÛ BILA ÎSTÎFA BIKIN’   Çîçek da zanîn ku li gel êrişan jî berxwedana xwendekaran her ku çû zêde bû û got: “Êrişên wan bi serdegertinên malan û girtinan berdewam kirin. Em dipirsin; berxwedan bi zextên we dê biqede? Hêrsa me rêxistinkirina me ya li gel hev e. Di serî de Melîh û bila qeyûm hemû îstîfa bikin. Hevalên me yên girtî bila bên berdan. Lê tevî hemû zextan jî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."