Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin 2021-02-19 15:01:15   STENBOL- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êriş û gefê li dijî partiya xwe û got: "Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin. Nikarin bi HDP'ê. Yekane sedema êrişa wan a li dijî HDP'ê ev e."   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" a partiya xwe de serdana Komeleya Elewiyan a Demokratîk a li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê ye kir. Rêveberên komeleyê pêşwazî li şandeya HDP'ê kir.    Bûldan piştî serdanê daxuyanî da û got: "Di çarçoveya kampanya xwe ya 'Destpêkê Edalet' de me xwest careke din guh bidin pirsgirêkên welatiyên xwe yên elewî û li daxwazên wan guhdarî bikin. Lewma em hatine vê derê."   Bûldan bal kişand ser zilma li kurdan tê kirin û wiha got: "Em zanin ku îro li vî welatî çiqasî zilm li kurdan tê kirin, heman zilm li elewiyan jî tê kirin. Di komkujiyên Mereş, Dersim, Çorûm û Sêwazê ji komkukjiyên Roboskî û Zîlanê ne cuda ne."   Bûldan diyar kir ku tu hêviya wan ji AKP û MHP'ê nîne û got: "Em ê bi têkoşîna xwe ya mil bi mil a bi hev re destketiyan bi dest bixin."   Bûldan bal kişand ser gefên li dijî HDP'ê û wiha got: "Yên ku her roj êrişî HDP'ê dikin, yên ku her rojê li pêşiya civaka Tirkiyeyê hewl didin krîmînalîze bikin, di nava civakê de bersivê nabînin. Haya wan jî ji vê yekê heye. AKP û hevkarê wê ku dengê wan kêm dibe, bi vê zane lewma êrişî me dike. Nikarin bi HDP'ê, yekane sedema êrişa li dijî HDP'ê jî ev e."