Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da 2021-02-19 15:12:19   AMED – Abdulazîz Aslan ku li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê weke Teknîsyenê Tenduristiyê Hawirdorê peywirdar bû, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Alîkarê Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (Saglik-Sen) Abdulazîz Aslan ku li Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar a Amedê weke Teknîsyenê Tenduristiyê Hawirdorê peywirdar bû, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) li ser hesabê xwe twîtterê mirina Aslan ragihand. Wê cenazeyê Aslan li gundê Cewz ê navçeya Hênê bê veşartin.