ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-20 09:00:00 * Li Dortyola Hatayê ji ber heman parvekirina medyaya sosyal derbarê Hayrettîn Ozbay de du îdianame hatin amadekirin.  * Girtiyê siyasî Şajîr Akkûrt ku di sala 1992'yan de hatiye girtin, heya niha 5 caran ketiye greva birçîbûnê. Akkûrt, anî ziman ku yê di vê çalakiya greva birçîbûnê de jî bi ser bikevin.    * Zimanzan Samî Tan, diyar kir ku duzimanîbûna çapameniya kurd bi armanca hêvî û daxwazên xwe bide fêmkirinê bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kiriye û bûye sedem ku xebatên parastin û pêşvebirina ziman lawaz bimînin û hişmendîya parastina zimanê kurdî bi qasî ku tê xwestin bi pêş nekeve.   * Ciwanên ku ji ber krîza aborî û betaliyê ji bo pêşerojê bifikar in, diyar kirin ku derî bi derî li kar digerin.    * Xwendekaran anîn ziman ku berxwedana Zanîngeha Bogazîçiyê perçeyeke ji hêrsa lihevkombûyî ye û gotin: "A rast, ev hê destpêk e. Heya qeyûm îstifa neke û dorpêç neyê belawelakirin dê têkoşîn dewam bike."    * Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, 108 hezar û 598 TL tazmînata ji bo mirina zarokê 6 salî nade.    * Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokatê ku piştî darbeyê bi KHK'ê hatibû girtin, niha wêran bûye. Yek ji mamosteyên dibistanê Şevket Acar, destnîşan kir ku perwerdehiya bi kurdî tenê li nava çar dîwaran nayê dayîn û got: "Divê her kes xwe wekî mamosteyan bihesibîne. Ancax em bi vî awayî dikarin kurdî ji asîmlasyonê xelas bikin."    * Rêvebira Komeleya Piştevaniyê ya Newroz Kurd-Baskê û Endama Komîteya Parastina Jinê ya Rojavayê Julîa Iglesîas Lopez got: "Ocalan, roniya hêviyê ye, ji bo hemû mirov û gelên azadîxwaz."    * Jinan bal kişandin ser kuştina jinan û 'mirinên biguman' û gotin: "Mirina biguman tune ye, a ku ser wê dinixumîne, dewlet e."    * Jinan bal kişandin ser kuştina jinan û 'mirinên biguman' û gotin: "Mirina biguman tune ye, a ku ser wê dinixumîne, dewlet e."    * Nivîskar û lêkolîneran bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û destnîşan kir ku gava mirov bi zimanên din diaxifin, zimanê zikmakî bere bere qels dibe û tune dibe, lewma li dijî vê divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive.    * Dayikên Şemiyê ji boneya aqûbeta windayan bipirse û ji bo faîl bên darizandin û winda bên dîtin dê çalakiya xwe di hefteya 830'an de berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji boneya aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 628'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)    * Înîsiyatifa Ji Girtîyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 336'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 465'an de çalakiya "Rûniştina" berdewam bikin. (13.30)