Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne 2021-02-20 09:59:18 ŞIRNEX-Li Cizîrê niştecihên Taxa Cudiyê  ji bo çêkirina riyên li taxê tim serî li şaredariyê didin. Lê belê daxwaziya wan a çêkirina  riyan  pêk nayê. Niştecihên taxê bertek nîşanî  neçêkirina riyan dan û gotin:"Bila yek carê jî ji me bipirsin û bibêjin "Daxwaziya we çiye?" Bila sedemê çênekirina van riyan ji me re vebêjin."     Li navçeya Cizîr a Şirnexê şaredariya Cizîrê ya ku ji hêla qeyûmê ku hatî tayinkirin ve tê rêvebirin riyên taxan û riyên navenda sûkê  nayên çêkirin. Niştecihên taxa Cudiyê  ji bo çêkirina riyên  taxê tim serî li şaredariyê didin. Lê belê ev daxwaziya welatiyan bi tu awayî nayê pêşwazî kirin û her tim jî tê paşguh kirin. Welatî havînê ji ber toz û tebarê û zivistanê jî ji ber heriyê nizanin dê çi bikin. Lê ji hêla din ve jî qeyûm  dibêje ku taxên ku riyên wan nehatine çêkirin nemaye û  bi vî awayî  propagandaya bajêr hatiye nû kirin dike. Welatiyên taxê bertek nîşanî vê nêzikatiya qeyûm dan û gotin ku bi dehan carin diçin şaredariyê lê dîsa jî riyên wan nayên çêkirin.    'KÎ BIBÊJE RIYÊN CIZÎRÊ HATINE ÇÊKIRIN DEREWA DIKE'   Ji welatiyên taxê Hamîyet Garan, anî ziman ku qeyyûm ji bo kesên ku nayên karê wî riyên wan çênake û wiha axivî:" Li Cizîrê qedexe rabû heta niha riyên me nehatine çêkirin.  Kes li van riyan xwedî dernakeve. Bi salane em vê pirsgirîkê dikêşin. Xwedê neke agir bikeve xaniyên me agirkuj nikare bikeve taxê. Nexweşiyeke me hebe, ji ber van riyan em nikarin bibin nexweşxaneyê. Ji ber van riyan erebeyên me hemû xerabe bûn. Riyên me bên çêkirin em ê gelek kêfxweş bibin. Li berpirsyarên bajêr tev  tenê riyên xwe û xizmên xwe çê dikin.Riyên me xerabûne û nayên çêkirin. Erebeyên me nikarin biçin û bên. Kî bibêje me xweş kiriye û riyên Cizîrê çêbûne derewan dike. "   'KESÊN KU BI DILÊ WAN RIYÊN WAN ÇÊDIKIN'    Ji taxiyan  Besna Geçît jî da zanîn ku  ew ne  ji şaredariyê razîne  û bi lêv kir ku qeyûm hatiye tayinkirin heta niha yek carê daxwaziyên wan guhdar nekirine û wiha got:" Em ji şaredariyê gilî dikin. Riyên xwe çê dike,lê riyên me çênake. Herkes dixwaze ku derî û kolanên wan paqij bin. Çima kolanên me çênake? Bila yek carê jî ji me bipirsin û bibêjin "Daxwaziya we çiye?" Bila sedemê çênekirina van riyan ji me re vebêjin. Ev deh caran zêdetir em çûn şaredariyê û me ev gilî kiriye û çêkirina riyan daxwaz kiriye. Lê mixabin bi tu awayî riyên me çênake. Kesên ku dilê wan riyên wan çêdikin, lê kesên ku ne bi dilê wan be riyên wan çênakin. Ji ber van riyan erebeyên me xera bûn. Dema ku em diçin danûstandinê dikin,erebe nikarin bên û em amûrên xwe milên xwe vedikêşin malê. Bila sedemê neçêkirina riyên me ji  me re bibêjin."    'BILA KOLANÊN ME BÊN ÇÊKIRIN'    Ayşe Ozdemîr jî xwest ku riyên wan bên çêkirin û got:"Ji ber ku riyên me nayê çêkirin em gelek zehmetiyê dikêşin. Em dikin nakin kolanên me çênakin. Her tim ji me re dibêjin em ê çêbikin,lê çênakin. Bila kolanên me çêbikin ku em jî weke herkesî bikarin bên û biçin. Daxwaziya me ew e ku kolanên me bi lez û bez  çêbikin."