Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e 2021-02-20 11:44:27   ENQERE – Dr. Sezgîn Înceel, têkildarî bandora muzîkê ya li ser zimanê zikmakî û pêşketina fêrbûnê axivî û wiha got: "Divê dayik û bav li gel zarokên xwe stran û kilaman bistrên."   Li ser parzemînên cîhanê nêzî 7 hezar ziman hene. Ji van zimanan ji sedî 40'ê wan bi talûkeya tunekirinê re rû bi rû ye. Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya (UNESCO) ya  Neteweyên Yekbûyî NY) di sala 2000'an de biryar dan ku 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê cîhanê bê qebûlkirin û her sal di 21'ê Sibatê de roja ziman tê pîrozkirin. Li gel ku bi milyonan kurd li ser parzemînên cîhanê dijîn jî hêj kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Hêj kurdî ne zimanê fermî ye. Hêj Tirkiye Kurdî wekî zimanê fermî qebûl nake û gelek astengiyan derdixe pêşberî Kurdan. Li gel ku Kurd bi salan e dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, ev daxwazên wan li ber çavan nayên girtin.    Li gorî lêkolînan, tekiliya bi rêya muzîkê bi zarokan re tê avakirin, bi taybetî ji bo pêşketina zimanê zarokan pir girîng e. Dr. Sezgin Înceel ku di qada pedegojiya muzîkê de doktoriyê dike û li bajarê Munih ê Almanyayê dijî, li ser bandora muzîkê ya li ser ziman ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Înceel, li Stenbolê ji dalik bû û mezin bû. Li Zanîngeha Marmara ya Stenbolê beşa mamostetiya muzikê kuta kir. Înceel li ser bandora muzîkê ya li ser ziman nirxandinên girîng kir. Înceel, anî ziman ku dema li pênazeya ziman a ferhengê dinerin, wekî zimanê ku zarok li malê û di nava civakê de fêr dibin tê zanîn û wiha got: "Lê tenê ev pênase kêm e. Min di xebatên xwe yên doktorayê de li gel malbatên pir zimanî dizanin bi zarokên wan ên pir zimanî dizanin re jî hevdîtin kir. Ez fêr bûm ku zimanê zikmakî ne tenê girêdayî li ku, kengî û çawa fêr bûye ye. Di heman demê de girêdayî têkiliya kes a bi ziman re ye. Ziman tenê ne amûrê ragihandinê ye. Di heman  demê de cîhana xwe ava dike. Ez di nava pergala yek zimanî de mezin bûm. Lê li vir jiyana min bi sê zimanî didome. Ez bi Înîlîzî, Almanî û Tirkî diaxivim. Di hin mijaran de ez bêtir xwe bi Tirkî, di hin mijaran de jî bêtir xwe bi Almanî tînin ziman. Di welatên ku zarokên wan zimanekî din fêr dibin de du ziman derdikevin pêş. 'Zimanê mîrateyê' û 'zimanê civakê'. Zimanê malbatê dibe zimanê mîrateyê û zimanê dibistanê jî dibe zimanê civakê. "   'MÛZÎK PIRA ZIMAN E'    Înceel, da zanîn ku hem dibe ku muzîka xweser a çandê hebe, hem jî dibe ku zimanê muzîka da ji bo amûra ragihanidê jî hebe. Li vir ya giring hem zimanê yekemîn û hem jî zimanê duyemîn çi dibe bila bibe muzîk ji bo ziman pirek pir girîng e. Ziman û muzîk du pêvajoyên bi hevre pêş dikevin e. Zarok bi çend zimanan zanibe bila zanibe, Bi kijan zimanî fêr dibe bila fêr bibe, tişta ewil dibihîze muzîk û melodî ye. Guhdarkirin û bihistin girîng e. Ev fêrbûn di hemû pêvajoya jiyanê de didome. Zarok ewil li muzîkê guhdar dikin. Piştre hêdî pêdî perçe bi perçe bi melodî û dihurinîne. Di nava ziman û muzîkê de têkiliyek û hevsengiyek heye. Rastênhevek heye. "    'MUZÎK ZIMAN BI ZAROKAN DIDE HEZKIRIN'    Înceel, anî ziman ku di xebatên doktora de hin beşdar zimanê wan ê zikmakî Tirkî ye û dixwazin zarokên wan jî bi Tirkî biaxivin û wiha got: "Lê hin caran dibe ku zarok naxwazin bi Tirkî biaxivin. Wê demê dikarin bi muzîkê vê yekê bi zarokan bidin şêrinkirin û hezkirin. Mûzîk li vir dibe amûra navbera ziman û ragihandinê. Bestekarê Macar Zoltan Kodaly, dibêje 'Ji bo mirov fêrî çand û zimanan bibe, muzîka gelêrî amûra herî baş e.' Ez jî tev li vê yekê dibim. Hem pirek pir girîng e, hem jî di nava xwe de xwedî cîhanek e. "    Înceel, destnîşan kir ku hin caran malbat dixwazin zimanê zikmakî fêrî zarokên xwe bikin, lê mixabin hin caran ev wisa pêk nayê û wiha lê zêde kir: "Eger zarok bi israr dibêjin na, divê wê demê mirov hin guhertinên stratejik bike. An jî divê mirov hin sînoran xêz bike. Ji ber ku ziman ne tenê amûra ragihandiyê ye. Tenê ziman bi axaftinê ne bi sînor e. Li pey wî gelek tiştên din jî hene. Li vir dibistan girîng in. Hilbijartinên ziman ên li dibistanê dikevin meriyetê. Ji ber ku mirov nikare her tiştî ji malbatê bipê. Kar dikeve ser milê dibistanê. Li vir disa muzîk dikare rolek mezin bilîze. Yek ji rêbazên herî bingehîn a muzîkê, muzîka xwezayî ye. Bi zarok re stran û kilaman bistrê. Malbatên ku bi muzîkê re eleqeder divê hin caran bi zarokan re bihurînin. Amûra herî mezin strana bêje û bi awayek çalak li muzîkê guhdar bike. Divê tenê dema li maşînê suyar bû û li mutbexê muzîkê guhdar neke. Divê rûnê û wekî karekî li muzîkê guhdar bike. Divê fêr bibe ku di wê stranê de qala çi dike û çîroka wê stranê çiye fêr bibe. Divê bi gavên biçûk ber bigavên mezin ve biçe. Eger zarok pir zimanî fêr bibe, wê demê wê hem xwe û hem jî civakê dewlemend bike. Mînak kesek fêrî Kurdî bibe, dê bandorê li ser derdora xwe jî bike û gelek tiştên nû tev li civaka xwe bike."   'PIR ZIMANÎ MIROVAN DEWLEMEND DIKE'    Dr. Sezgîn Înceel, herî dawî bibîr xist ku her zimanek xwedî taybetmendiyekê ye û wiha bi dawî kir: "Ji ber vê yeke mirov bi çiqas ziman zanibe, ew qas jî nerîna mirov a cîhane tê guhertin û pêş dikeve. Ziman tu carî mirovan bi sînor nake. Pir zimanî mirov dewlemend û mezin dike. Di ansiklopediyekê de gotibu "Zimanê pêşerojê, pirzimanî ye" ez ji dil tev li vê tespîtê dibim. Ji ber ku her zimanekî em pê diaxivin cîhanek wî zimanî heye. Her zimanek cîhanek e. Ji ber vê yekê em çiqas ziman zanibin ew qas cîhanê me zêde dibin. Ez hêvî û daxwaz dikim ku di 21'e Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de em hemû bi hevre hemû zimanan hembêz bikin. Her ziman bi qîmet e. Her mirov bi qîmet e. Her kesek ragihandina wan bi zimanekî ye. Divê em di ferqa vê yekê de bin."      MA / Zemo Aggoz