Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe 2021-02-20 14:07:11 STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 830’an de çalakiyên xwe berdewam kirin û aqûbeta Murat Yildiz ê 26 sal bere li qereqolê hat windakirin pirsîn. Dayika Yildiz Hanife Yildiz, anî ziman ku mafê wê yadikbûnê ji destê wê girtine û wiha got: "Gelek dayik bêyî gorîn zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest didin. Me dikin hesreta gorên zarokên xwe ku em gorên zarokên xwe bibinin."    Dayikên Şemiyê di hefteya 830’an de çalakiya "Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" berdewam kirin. Dayikên Şemiyê dîsa ji ber şewba vîrûsa Corona çalakî bi rêya vîdeo li ser Medya Dijîtal belav kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995'an de li qereqolê hat windakirin pirsîn. Di destpêka çalakiyê de ewil dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz axivî û wiha got: "Gelek dayikên şemiyê bêyî gorên zarokên xwe bibînin bi hestera gorên zarokên xwe jiyana xwe ji dest didin. Ev ji zilma herî mezin e li dayikan tên kirin. Ez êşa hemû dayika parve dikim. Ez ji Dozgerê Komarê dipirsim. Yên ku kurê win winda kirine diyar in. Dema em vê yekê dipirsin, yên ku xizmên me winda kirine nayên ronîkirin û nayên darizandin. Lê dijberî vê yekê em tên darizandin. Îro hemû mirovên piştgirî dan me hemû hatin bêdeng kirin. Her tim polîs derket pêşberî me. Em edaletê dixwazim. Em aqûbeta windayan dipirsin. Ronîkirina kujeran di destê dozger de ye. Dozger bixwaze dikare ronî bike. Em tenê gora zarokên xwe dixwazin. Bi salan em bûn hestera dîtina zarokên xwe. Me bi hezar ked, zor û zahmetiyê mezin kir. Niha jî me dikin hestera dîtina gorên zaroken xwe."    DOSYA WINDA KIRIN   Piştre Prz û Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku Yildiz ji bo îfadeyê bide çû qereqolê û wiha got: "Pşitî Yildiz çû qereqolê gotin 'Ev têr nake divê em bibin Stenbolê' Li ser vê yekê Yildiz birin Stenbolê. “Piştî di ser buyerê re 20 sal derbas bûn, me aqûbeta dosyayê pirsî. Lê me dît ku dozger di destpêka bûyerê de wekî întîxar derbasî qeydan kiriye û ser dosyayê girtiye. Yanî dozger qet li Mûrat ne geriya ye. Dema me xwe gîhandê me dît ku dosya ne li cihê xwe ye. Ewil gotin dosya di arşîvê deye. Piştre gotin 'Dosya di nava dosyayên hatine şewitandin de ne. Lê em piştre fêr bûn ku ne di nava dosyayên hatine tunekirin de ne jî. Em fêr bûn ku dosya der barê Murat  de winda kirine. Piştî me îtîraz kir lêpirsîn dîsa vebû. Lê vê carê hewce bi lêpirsînê nedîtin. Lêgerîna me ya hiqûqê ya li AYM û DMME'ê didome.      Piştre li ser navê Dayikên Şemiyê Fatma Baçaru daxuyanî xwend. Baçarû, anî ziman ku ew civaka demokratîk di edaleta serbixwe de dibînin û wiha got: “Di dewletên hiqûqê de divê dewlet li gorî hiquqê tev bigere. Lê ji ber ku Tirkiye ne dewleta demokratîk û hiqûqê ye, dakaz jî ne serbixwe û bê alî ye. Murat Yildiz di 19 salî de binçav kirin û winda kirin. Yildiz li Îzmirê li gel dayika xwe dijiya. Di 23'ê Sibata 1995'an de Murat Yildiz de binçav kirin. Li gel parêzer, pismam û dayika xwe bi hevre çûn Şaxa Asayişa Ozkanlar a Bornovaya Îzmirê. Teslîmî Komîserê polîs Ramazan Kaya û polîs Tahir Şerbetçi bûn. Piştî 3 rojan Murat nehat malê. Dayik Hanife Yildiz dîsa çû şaxa  Asayişe, lê vê carê encam negirt. Pitre diyar kirin ku Yildiz di çavdêriya Tahir Şerbetçî û Şah Îsmail Ozturk de birine Stenbolê. Di rêde Murat xwe ji feribotê avêtiye bahrê û winda bûye."