'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin' 2021-02-20 14:15:30   ENQERE –  Înîsiyatifa Ji Girtîyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 337'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Înîsiyatifê bal kiyşandin ser rewşa girtiyê nexweş Akîf Îpek û xwest serbest bêrdan.    Înîsiyatifa Ji Girtîyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 337'an de çalakiya xwe berdewam bikin û xwest girtiyên nexweş bên berdan. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Akif Îpek ê li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Afyonê. Li ser navê Înîsiyatifê Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen daxuyani xwend. Çevîrmen, anî ziman ku Akîf Îpek girtiyê nexweş e û di gurçikên wî de kevir heye û divê bê emeliyatkirin û wiha got "Di sala 2016'an de dîsa muayene bû û derket holê ku di gurçikên wî de kist heye. Dîsa ji ber nexweşiya Tiroidê û ji sala 2013'an de bê navber derman dixwe di pişt û stuyê wî de fitik heye û divê bê berdan.      Çevîrmen, herî dawî xwest hemû girtiyên nexweş li cem malbatên xwe bên dermankirin û serbest bên berdan.