Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn 2021-02-20 15:30:04   WAN - Hat îdeakirin ku Fehîm Abo ku li Wanê bi bazirganiyê re mijûl dibû û kurê wî Serdar Abo ji ber deynê selefxuran dawî li jiyana xwe anîn.   Hat îdeakirin ku Fehîm Abo (65) yê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijî û kurê wî Serdar Abo ji ber deynê selefxuran dawî li jiyana xwe anîne. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bav Abo rojekê berê li TOKÎ’yên Sixkeyê bi awayekî jiyana xwe ji dest dayî hatiye dîtin. Hat îdeakirin ku Serdar Abo jî piştî ku agahiya mirina bavê xwe bihîstiye li Antalyayê li otelekê dawî li jiyana xwe aniye.   Hat diyarkirin ku cenazeyê bav û kur ji bo definkirinê şandine Mêrsîne.