ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-21 09:00:11   * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parastina 5'emîn de balê dikişîne ser rol û rista ziman û pêşketina mirov û wiha dibêje: "Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe."    * Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku heke di vê sedsalê de zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman êdî yê nemanê ye û wiha got: “Divê hemû beşên civakê nemaze jî yên xwenda, yên rêxistinkirî, bi hev re bi kurdî bidin û bistînin. Ziman gava neyê axaftin winda dibe, kor dibe, dewlemendiya xwe, gencîneya xwe ya zimanî ya encama hezaren salan winda dike, ziyan digihîjê û derbe dixwe.”   * Jinên dersimî ji bo zaravayê kirmanckî bang kirin: "Heger zimanê me bê jibîrkirin, em ê nemînin."   * Dayika Cemîl Kirbayir, Berfo Kirbayir 8 sal berê bêyî bigêje cenaze û gora kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Kurê Berfo Kirbkayir Mikail Kirbayir anî ziman ku hêj gora Cemîl li tenişta gora dayika wî servekirî ye û wiha got: “Li hemberî diya me hêj destê me vala ye û ruyê me reş e. Em nikarin bêjin dayê vay me hestiyê Cemîl anîn."    * Serokê Egîtîm Sen a Jimare 1 a Şaxa Stenbolê Mesût Mîke, anî ziman ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê bi awayekî pedagojîk bê nirxandin. Mîke, destnîşan kir ku dê qebûlkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî tevkariyê li çareserkirina pirsgirêka kurd bike.    * Li rêvebirên HDP'a Osmaniyeyê û yên rêxistina navçeyê, ji ber 3 çalakiyên cuda bi hinceta "mesafeya fîzîkî" esas negirtine, bi giştî 296 hezar û 100 TL ceza hat birîn. Dadgehê 141 hezar û 750 TL betal kir.    * Li Semsûrê Ramazan Akçan, li Nergîz Îbîşê xistiye. Li malê êzingekî bixwîn hatiye dîtin jî, lê belê tenê îfadeya Akçan hatiye girtin û piştî îfadeyê hatiye berdan.    * Dozgeriyê di lêpirsîna derbarê 10 kesên ji ber çalakiyên Bogazîçiyê hatibûn binçavkirin de, derbarê 3 kesan de got "çalakiya aştiyane" û biryara neşopandinê da, derbarê 7 kesan de jî bi îdiaya "muxalefeta li hemberî qanûna jimare 2911" îdianame amade kir.    * Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçberiya ya Serhad Wanê Arîf Acar, diyar kir ku pirsgirêkeke sereke ya penaberan jî ziman e û got: "Nikarin derdê xwe ji kesî re bibêjin. Ji tacîzê bigirin bi her cure tahde û xirabiyê re rû bi rû dimînin."   * Xwendekaran anîn ziman ku kesên ku ji xwendekarên Bogazîçiyê re gotin "li erdê mêze" û kesên li Colemêrgê ji 52 karkerên kurd re gotin "Hûn ê hêza tirko bibînin. Li erdê binerin" kesên heman ferasetê ne.