Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye 2021-02-21 09:02:11   AMED - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parastina 5'emîn de balê dikişîne ser rol û rista ziman û pêşketina mirov û wiha dibêje: "Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe."    Ji sala 2000’î vir ve roja 21’ê Sibatê ji aliye Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (UN) ve “Roja Zimanê Zikmakî” hate qebûl kirin. Di serî de Kurd gelek neteweyên cîhanê, 21’ê Sibatê Roja Perwerdehiya Zimanê Zikmakî ya Dinyayê bi şahî û bernameyan pîroz dikin. Kurd jî ji ber nikarin dibistanê xwe ava bikin û bi fermî bi zimanê xwe perwerde bibin, doza perwerdihiya ziman û qedexeyên li ser ziman dikin.    Bi minasebeta vê rojê nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser ziman balê dikişîne ser xwe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pirtûka parastinê ya 5'emîn a "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî De)", balê dikişîne ser rol û rista ziman û pêşketina mirov. Ocalan di Beşa Yekemîn a sernavê "Çarçoveya Têgînî û Teorîk" de li ser xala Ziman radewiste.  Ocalan di vê xalê de li ser têkiliya ziman û çandê nirxandinê dike û wiha dibêje: "Têgîna ziman têkiliya xwe xurt bi têgîna çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de ziman bi awayekî bingehîn têgîna sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin." Ocalan pênaseya ziman jî dike û wiha tîne ziman: "Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê."     Ocalan li ser têkiliya pêşketina ziman û civakê jî radiweste û wiha berdewam dike: "Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a manedar a zêhniyet, exlaq û estetîkê nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin wê weke civakeke nexweş mehkûmê jiyaneke trajîk bimînin. Civakên mane, exlaq û estetîka xwe ji dest bidin, nirxên wan ên civakî jî bi tenê ji bo nirxên mêtinkaran dibin maddeya xam a bikaranînê."    Ocalan ji bo ziman herî dawî wiha bilêv dike: "Weke encam mirov dikare bibêje; mînak ziman weke li cem Kurdan be, civakeke di vê rewşê de ji aliyê maddî ve wê heta dawiyê xizan bibe û bikeve rewşeke parçeparçebûyî ango gelekî eşkere ye ku ji aliyê mane, exlaq û estetîkê ve wê bi şaşî, xayîn û kirêt bijî û nikaribe ji vê rewşê xilas bibe."