Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê 2021-02-21 09:03:58   EDENE - Dozgeriyê di lêpirsîna derbarê 10 kesên ji ber çalakiyên Bogazîçiyê hatibûn binçavkirin de, derbarê 3 kesan de got "çalakiya aştiyane" û biryara neşopandinê da, derbarê 7 kesan de jî bi îdiaya "muxalefeta li hemberî qanûna jimare 2911" îdianame amade kir.    Li Edeneyê di 5'ê Sibatê de li dijî rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê çalakiyek hatibû lidarxistin. Di çalakiyê de 10 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêprisîna derbarê 10 kesan de temam kir. Dozgeriyê derbarê Canser Dayanir, Haşîm Çagri, Gulşah Şahîn, Ayşe Bezegîş, Mehmet Halîs Saykan, Ûlaş Can, Taylan Argûç û Ûmût Ozşîmşek de bi îdiaya "muxalefeta li hemberî qanûna jimare 2911" îdianame amade kir û berpêşî Dadgeha Cezayê Asliye ya 23'yan a Edeneyê kir. Dadgeh, dê îdianameyê vekole û paşê biryarê bide bê ka ê veguhere dozê yan na.    Dozgeriyê di îdianameyê de ji Mazlûm Gok, Buşra Kodak û Gamze Aktaşê de ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin, diyar kiriye ku "çalakiya kriine çalakiyeke aştiyane ye" û derbarê wan de biryara neşopandinê daye. Lê belê derbarê 7 kesên din de jî bi îdiaya "muxalefeta li hemberî qanûna jimare 2911" îdianame amade kiriye.    ÎDIANAMEYEKE BI DARÊ ZORÊ   Serokê Duyem ê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Umît Buyukdag, anî ziman ku dozgerî ji bo çalakiyê gotiye "çalakiyeke aştiyane", lê belê derbarê 7 kesan de jî ji ber heman çalakiyê îdianame amade kiriye. Buyukdag got: "Dozger, aşkere gotiye çalakiyeke aştiyane ye û polîs nikare mudaxile bike. Lê paşê îdianame amade kiriye. Ev jît ê wateya ku îdianameyeke bi darê zorê ye." olduğu apaçık ortada" diyerek tepki gösterdi.    'JI BO TEPISANDINA ZANÎNGEHÊ YE'    Xwendekar Ayşe Bezegîş ku derbarê wê de îdianame hatiye amadekirin, anî ziman ku ji bo pêşî li ber berxwedana Bogazîçiyê bê girtin zextên bi vî rengî hatine zêdekirin û got: "Em baş dizanin ku ev tişt hemû, ji bo tepisandina zanîngehê tên kirin. Lê bila baş zanibin ê ne welêt ne jî zanîngehê bêdeng nemînin."    MA / Hamdûllah Kesen