Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e 2021-02-21 09:04:20   WAN - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçberiya ya Serhad Wanê Arîf Acar, diyar kir ku pirsgirêkeke sereke ya penaberan jî ziman e û got: "Nikarin derdê xwe ji kesî re bibêjin. Ji tacîzê bigirin bi her cure tahde û xirabiyê re rû bi rû dimînin."    Bi hezaran kes bi hêviya "jiyaneke nû" ji Îran, Pakîstan û Afxanîstanê koçî Tirkiyeyê dikin. Piraniya van penaberan, di ser Çardêran, Elbak Qerqeliya Wanê re tên. Hin penabera gava hewl didin sînor derbas bikin an ji serma jiyana xwe ji dest didin an jî esker wan dikujin. Kesên sînor derbas dikin jî hege rneketibin nav lepên qaçaxçiyan, wan dibin Navendên Paşveşandinê û berê wan didin welatê wan.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçberiya ya Serhad Wanê Arîf Acar, behsa pirsgirêkên ku penaber bi wan re rû bi rû dimînin kir.    PIRSGIRÊK    Acar, diyar kir ku pirsgirêkên penaberan êdî bûne pirsgirêkin kronîk û di demeke kurt de çareserkirina pirsgirêkên wan ne pêkan e. Acar, destnîşan kir ku di vî warî de divê rêxistinên civaka sivîl û dewlet li hev bikin û got: "Heger ev pirsgirêk bi diyalogê bi temamî çareser nebe jî dê sivik bibe. Li cîhanê statueke penaberan heye. Gava penaberek were Wanê, berpirsiyarî dikeve ser milê dewletê."    ZIMAN    Acar, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên sereke yên penaberan jî ziman e û got: "Penaberên tên, ji sedî 10'ê wan tên Wanê. Ji ber ku derfetên wan tune ne dimînin. Ên rewşa wan a aborî hebikekî baş be, ji Tirkiyeyê diçe. Ji bo pirsgirêka wan a ziman bê çareserkirin, li Tirkiyeyê krusên ziman tune ne. Tenê tacirên mirovan hinekî ji zimanê penaberan fêm dikin. Ew jî wan tînin vira û diçin. Ji tacizê bigire bi her cure tahde û xirabiyê re rû bi rû dimînin. Ên ku pasaportên wan tune ne, pir zehmetiyê dikişînin. Heqaret li wan tên kirin. Hin jê ji mecbûrî di karên heqdesta wê hindik de dixebitin. Bi soza kar û malê, tên xapandin. Ji ber ku bi ziman nizanin, nikarin derdê xwe jî bînin ziman. Heger bi zimanê van deran zanibûna yê ev qasî zehmtî nekişandana."    REWŞA NAVENDÊN PAŞVEŞANDINÊ    Acar, anî ziman ku kapasîteya nivînên Navenda Paşveşandinê ya Kûrûbaş a girêdayî Îdareya Koçberiyê ya Wanê 500 e, lê belê têr nake. Acar, diyar kir ku car heye hezar û 500 kes li vê derê dimînin. Acar, destnîşan kir ku penaberên ku bi ziman ninzain carinan li vê navendê tahde li wan tê kirin û got: "Mesela berê jineke penaber hatibû tacizkirin. Li Navenda Paşveşandinê. Heger bi ziman zanibûna, ê karibûna derdê xwe bigota. Tenê ne ew jin, hemû jî ger bi ziman zanibûna ê derdê xwe bianiyeana ziman û wê pirsgirêk çareser bûbûna."    KURSÊN ZIMAN    Acar, bilêv kir ku divê kapasîteya navenda paşveşandinê bê zêdekirin û got: "Divê tevdîr bên girtin. Gava penaber tên vê derê ji ber ku bi zimanê xwe naaxfin bi asîmlasiyonêr e rû bi rû dimînin. Ew asîmle nebin jî, zarokên wan dibin. Lewma ji bo ku tiştên wisa çnebin an divê dbistan bên vekirin an jî kursên ziman."    MA / Ozlem Yayan