Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin 2021-02-21 12:00:14 AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi boneya kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê sibê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar li Amedê kampanya îmzeyan bidin destpêkirin.  Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi boneya Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê dê li Amedê bi civîna çapemeniyê kampanya îmzeyan bidin destpêkirin. Di civîna çapemeniyê de dê Hevserokê Giştîyê HDP'ê Mithat Sancar  jî amade bibe. Sibê saet di 11.00'an de dê li Otela Demîr a Sûrê civîna çapemeniyê li dar bixin. Dê nûnerên partî û rêxistinan jî tev li daxuyaniyê bibin.