Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî? 2021-02-22 09:05:49 STENBOL – Hunermend Ferhat Tunç û koma muzîkê ya Bandîsta piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kirin û gotin: “Heta ku derê tehamûl bikin, xwe veşêrin û bibin bindest?”  Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan, Melîh Bûlû yê AKP’yî wek rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê kir. Xwendekar û akademîsyenên Bogazîçiyê li dijî rektorê qeyûm serî rakirin û berxwedana xwe didomînin. Piştevaniya bo xwendekaran jî didome. Hunermend Ferhat Tûnç û koma muzîkê ya Bandîsta jî piştgiriya xwendekaran kirin.    ‘HETA KU DERÊ TIRS?’    Bandîsta destnîşan kir ku yên li mafê xwe dipirsin û ji bo azadiya xwe têdikoşin bi tirsandinê, zextan û neheqiyê re rûbirû ne û ev yek nayê qebûlkirin. Bandîsta anî ziman ku divê xwendekarên hatine girtin demildest werin berdan û ew li cem mafên rewa yên xwendekaran cih digirin û divê her kesî xwedî liv ê berxwedana rewa derkeve. Bandîsta diyar kir ku dixwazin îradeya civakê tune bihesibînin û got: “Îradeya hilbijartinê tune dikin. Dixwazin baweriya civakê bişkînin. Berxwedana xwendekaran a mafdar bêedaletiya heyî dide nîşandan. Li her deverê dinyayê însan li dijî bêedaletiyê li ser piya ye. Piştgiriya ji bo xwendekaran tê dayîn têrênake. Dixwazin civakê bitirsînin û kes li xwendekaran dernekeve. Heta ku derê tehamûl bikin, xwe veşêrin û bibin bindest? Em nihar ranebin wê sibêro her dever li me were girtin. Êdî ew sê meymûnî miriye. Êdî her tişt li ber çavan e û tê zanîn. Divê em bi xwendekaran re rabin.”    ‘DIVÊ XWENDEKAR XWEDÎ MAFÊ BIRYARÊ BIN’    Hunermend Ferhat Tûnç jî anî ziman ku xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bi berpirsiyariya xwe ya bo siberojê radibin û got: “Pêwîste li saziyên perwerdehiyê xwendekar xwedî mafê biryarê bin. Ev jî bi zanîngehên xweser mimkin e. Xwedendekar li dijî zîhniyeta AKP-MHP’ê derdikevin û naxwazin siberoja wan di warê zanistê de tarî bibe. Kurd her tim dibêjin ‘sibê dora we ye.’ Ev yek gav bi gav pêk tê û ev îqtidar bi ser tevahiya beşên civakê ve diçe. Dixwazin civakê ber bi bêbawerî û bêhêviyê ve bibin. Divê em li dijî sepanên îqtidarê derkevin û pêşî li polîtîkayên îqtidarê bigirin. Gotin û kirinên rektorê qeyûm jî nayên qebûlkirin. Divê raya giştî xwedî li xwendekaran derkeve. Divê her kes bibe dengê xwendekaran û li cem wan cih bigire.”    MA / Berna Kişin