Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin 2021-02-22 10:52:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên ku operasyona TSK’ê bi 41 balafir, helikopter, SÎHA û yekîneyên taybet ku li Garê pêk anî hatin weşandin.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 10’ê Sibata 2021’an de bi 41 balafir, gelek helikopter, SÎHA, û yekîneyên taybet ji bejahiyê û ji asîmanan ve li dijî herêma Garê ya girêday Başûrê Kurdistanê operasyon dabû destpêkirin. Operasyonê 4 rojan berdewam kir û di vê operasyonê de 13 leşker û polîsên di destê PKK’ê de û 3 eskerên derketin operasyonê hatin kuştin. Dîmenên bomberankirina şikefta ku operasyon lê hatibû lidarxistin hatin weşandin. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenên cihê operasyonê belav kir. Di dîmenan de tê xuyakirin ku şikefta ew leşker û polîsên tê îdiakirin “hatine înfazkirin” hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de ber deriyê ketina şikeftê hilweşiyaye.    KELÛPELÊN LEŞKERAN LI DERDORÊ BELAV BÛNE    Di dîmenan de tê dîtin ku ji ber bombebaranê çalên mezin vebûne, dar şewitîne û şopên roketan hene û gelek kelûpelên leşkeran û maskeyên gazê jî li wê derdorê belav bûne. Her wiha di dîmenan de tê xuyakirin ku li wê deverê bêr, giran, tevir û manivela û kîsên vala hene û balê dikişînin ser xwe.    BANGA JI BO SAZIYÊN NAVDEWLETΠ   Li aliyê din Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Mûrat Karayilan bang li rêxistinên navdewletî dike û dibêje: “Bila werin li şikeftê nimûne ji cenaze û şikeftên bigirin û lêkolîn bikin.” Hat zanîn ku vê banga Karayilan îşev wê di Stêrk TV de were weşandin.    Her wiha tevahiya dîmenên li Garê hatine girtin li ser malbera ANF’ê dikare were temaşekirin.