Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin 2021-02-22 12:14:16 WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re di çarçoveya bernameya “Hevdîtinên kar û nan” de xwestin biçin ber Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li Seraya Wanê. Lê polîsan bi îdiaya tevdîrên koronayê şandeyê asteng kir û nehişt biçe ber derî. Bûldan li vir bang kir û xwest deriyê sînor ê girtî li tavilê were vekirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) satarta sêyemîn a “Hevdîtinên kar û nan” a di çaroveya kampanya “Destpêkê Edalet” de li Wanê da. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên HDP’ê yên li gel Bûldan di çarçoveya bernameyê de çûn Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya li Navçeya Seraya Wanê. Bûldan û şandeya pê re xwestin li ber Derî daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan 20 kîlometre dûrî derî şandeyê asteng kirin û nehiştin şande biçe ber Derî. Her wiha polîsan girtina dîmen û wêneyan a rojnamevanan jî asteng kirin.    Polîsan hêceta vê dorpêçê jî wek pandemiyê nîşan dan. Bûldan û şandeya wê li ser astengiya polîsan li dar xistina kongreyên AKP’ê bibîr xistin.    BÛLDAN: EV DÎMEN TABLOYA ŞERMÊ YE    Tevî astengiya polîsan jî Bûldan daxuyanî da û destnîşan kir ku kes nikare bikeve navbera wan û xelkê wan û wiha got: “Îro vê helwest û dîmenên em pê re rûbirÛ man ji bo siberoja demokrasiya Tirkiyê tam jî cihê şermê ye. Di serdemên darbeyê de jî ev dîmen li vî welatî derneketine holê. Yên li vî welatî darbe pêk anîne jî wek we xemnexur tevnegeriyan e. Em dizanin kî fermanê daye we ku îro nahêlin em li vir daxuyanî bidin. Lê belê em jî sond dixwin ku em ê qet û qet prîmê nedin wan kesên fermanê didin we. Em ê qet û qet li ber wan çongê daneynin. Wê kes nikaribe bikeve navbera me û gelê me û girseya me. Vaye ji bo hûn vê dikin her roj dengên we winda dibin û hûn biçûk dibin. Ji bo hûn vê dikin jî em mezin dibin û berbelav dibin. Ev dîmen wek şermê derbasî dîroka Tirkiyê bûye.”    ‘DIVÊ DERIYÊ SÎNOR WERE VEKIRIN’    Bûldan destnîşan kir ku deriyê sînor yê ji ber vîrûsa koronayê girtî ye demildest were vekirin û wiha got: “Me xwest em biçin ber Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku vaye 20 kîlometer ji me dûr e daxwazên gelê xwe Wanê bînin ziman û daxuyanî bidin, lê belê me asteng kirin. Lê dîsa jî me xwest em dengê xwe bigihînin gelê xwe. Beriya niha bi çend salan ji bo aştî, demokrasî, azadî were vî welatî û xwîn nerije pêvajoyek dest pê kiribû û di ev derî di wê pêvajoyê de vebûbû. Vî deriyî ji gelê Wanê re xizmet dikir. Xelkê Wanê sûdê ji bazirganiya derî werdigirt. Lê belê bi pandemiyê re ev derî hat girtin. Helbet şertên pandemiyê bila li ber çavan were girtin. Di çarçoveya tevdîran de divê ev derî were girtin. Daxwaza gelê Wanê jî ev e.”   ‘LI ROJHILAT PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ DEST PÊ KIRIN E’    Bûldan anî ziman ku bi taybetî girtina deriyên sînor ên li bajarên herêmê neheqî û zilmek mezin a li ser xelkê ye û dixwazin gelê Wanê bi vî awayî ceza bikin û ji bo gelê Wanê sûdê ji aboriyê, îstîhdamê û dahatê sûdê wernegirin her cûre astengiyan ji wan re derdixin. Bûldan di dewama axaftina de wiha got: “Piştî çend rojên din wê li vê herêmê pîrozbahiyên Newrozê werin kirin. Pîrozbahiyên Newrozê ji niha ve li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin e. Bi betlaneya Newrozê re xelkê Îranê bi seferên balafirê wê bixwaze biçe Antalya, Îzmîrê, Stenbolê. Lê belê wê bi dolmîşê nikaribin derbasî Wanê bibin. Yanî wê bi balafiran şewb belavî wan nebe lê wê bi dolmîşan bibe. Ev yek tam jî cot standartiye. Em vê qebûl nakin. Me xwest em carek din vê daxwaza gel, esnaf û turîzmvanên Wanê bînin ziman. Bila gelê Wanê viya dizanibe; HDP wê her cûre daxwaziya we li her cihî bîne ziman û tevî astengiyan jî wê ji bo we têbikoşe. Wê kes nikaribe bikeve pêşiya viya. Em carek din destnîşan dikin; divê Deriyê Sînor yê Kapikoyê bi awayek li gorî şertên padnemiyê bi lezgînî were vekirin. Heke derî vebibe belkî kesên ji kar û nanê xwe bûne carek din vegerin ser karên xwe. Daxwaza gelê Wanê ev e. Em jî piştgiriya vê daxwazê dikin.”    Bûldan piştî daxuyaniyê li gel şandeya xwe derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Serayê bû. Bûldan xelkê li vir wan pêşwazî kir silav kir û pişt re derbasî navçeya Qelqeliyê bû.