Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin 2021-02-22 14:07:12 AMED - Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî kampanya îmzeyan a “Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê” da destpêkirin û lînka kampanyayê jî hat belavkirin.    Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi dirûşma “Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê” kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Kampanya wê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê xelkê. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Dê ev îmze radestî Meclîsa Tirkiyê werin kirin. Kampanya lingê dîjîtal li ser malpera change.org tê birêvebirin.    Platform û Torê bi daxuyaniyek û vîdoyekê armanca kampanya xwe vegotiye. Herdu saziyan jî bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îro dan destpêkirin.    Daxuyaniya agahdariya kampanyayê wiha ye:    “Bila Kurdî Bibe Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê   Her gel bi zimanê xwe heye.  Her wekî çawa pêşîyên me gotî, “Her teyr bi zimanê xwe dixwîne” û her gel jî divê bi zimanê xwe bijî.   “Bi avabûna netewe-dewletan, gelek dewletan dest bi polîtîkayên netewesazîyeke bi mebesta avakirina civakeke yekreng kiriye. Çar dewletên ku kurdan di bin destên xwe da digirin jî, ji bo pêkanîna civakeke yekreng û yekzimanî dest bi polîtîkayên pişaftinê kirine. Di vî warî da polîtîkayên herî tund û hişk bi destê avakar û rayedarên dewleta tirk hatine/tên meşandin. Li Tirkîyeyê hê jî perwerdehîya zimanê kurdî bi xala 42yan a makezagonê hatiye qedexekirin. Ji destpêka komarê heta niha ji bo pişaftina kurdan û bênirxkirina ziman û çanda kurdî her cure rê û rêbaz hatine bikaranîn.   Di hişmendîya sedsala 19 û 20an da ev helwest ji hêla hêzên desthilatdar ve wekî tiştekî rewa dihat dîtin, lê îro ev serdem derbas bûye û êdî aqlîyet û zîhnîyeta pêkanîna “civakeke yekreng” li piranîya cîhanê wekî qirkirina spî tê binavkirin. Îro êdî pirzimanî û pirçandî wekî tiştekî pêwîst û rewa tê dîtin.  Her wiha gelê kurd jî tevî hemû polîtîkayên pişaftinê ji bo parastin û pêşvebirina ziman û çanda xwe têkoşîna xwe bêrawestan didomîne.   Ji ber vê yekê, êdî dema hatîye ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û kend û kospên li ber perwerdehîya zimanê kurdî werin rakirin, kurdî di hemû pileyên perwerdeyî û hîndekarîyê da were bikaranîn.  Lewma jî em kesên ku navê me li xwarê ye, dixwazin ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanekî fermî û zimanê perwerdehîyê.”    Lînka kampanya îmzeyan wiha ye: