HDP’a Cizîrê dersa kurdî da 2021-02-22 15:12:01   ŞIRNEX-Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de bi brnameyekê dersa kurdî da.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de li avahiya xwe bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên navend û navçeyên Şirnexê yên HDP’ê û mamosteyên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek bibernameyekê dersa kurdî da. Di bernameya de pankarta “Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe" hat vekirin.    'BI SAYA DAYIKÊN ME ZIMANÊ ME HETA ÎRO HAT'    Parlementera HDP'ê Nûran Îmîr, di bernameyê de axivî û diyar kir ku li dijî qirkirina zimanê kurdî têkoşîneke hevpar pêwîst e û wiha got: “21'ê sibatê li hemberî îmhakirin, tunekirin û tunehesibandinê roja têkoşînê ye. Li Tirkiyeyê zmanê kurdî nebûye zimanê fermî. Dema ku em îro lê dinêrin hemû sazî û dezgehên perwerdehiyê de perwerdehiya yek zimanî tê dayîn. Ev şerma herî mezin e. Lê tevî hemû polîtîkayên pişaftinê jî me têkoşîn da û bi saya dayîkên me, zimanê me û hebûna me heta roja îro hatiye.”    'DIVÊ EM RÊ NEDIN POLÎTÎKAYÊN PIŞAVTINÊ'   Di berdewamê de jî Îmîr, xwest ku li her qadan zimanê dayîkê bê axaftin û ev tişt anîn ziman: “Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd dijîn, lê ji zimanê xwe bêpar in.Yek zarokê kurd perwerdehiya bi ziman neditiye. Em soz didin em ê di her şert û mercî de bibin şagirtên zimanê xwe. Divê her malekî em bikin dibistanên ziman û divê em rê nedin polîtîkayên tunekirinê.”   'ZIMAN Û HEBÛNA KURD NAYÊ QEBÛL KIRIN'    Piştî Îmîr mamosteyê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Aydin Denîz jî axivî. Denîz, girtina sazî û dezgehên kurdî bi bîr xist û wiha got: “Ji ber girtina komeleyê xebatên me ji bo demekî sekinîn. Lê niha weke mamosteyên kurd em xebatên xwe didin meşandin. Lê mixabin ji aliyê dagirkeran ve ne zimanê kurdî û ne jî hebûna kurdî hîn jî nehatiye qebûlkirin. Lê em soz didin şehîdên xwe em ê têkoşîna ziman di her qadan de bidomînin. 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li tevahiya Cîhanê pîroz be."   Piştî axaftinan perwerdehiya rêzimanê Kurdî hat dayîn.