ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN 2021-02-23 09:00:27 * Li Colemêrgê tim zinar digirin nav rêyan. Ji bo tevdîrgirtinê tenê têl hatine bikeyskirin. Ajovan Mehmet Zahîr Yildirim, diyar kir ku tevdîrên hatne girtin kêm in û xwest tevdîreke mayinde bê girtin.  * Li Taxa Uçkûyûlar a navçeya Yenîşehîrê, di mehekê de bi sedan darên çamê hatibûn çandin. Lê belê şaredariyê darên hatibûn çandin di rojekê de rakirin.    * Karker Tîjda Kiliç ku bi Kod 29'an ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji kar hat derxistin got: "Kod 29 û lêpirsînên ewleyiyê, polîtîkayeke tecrîdê ne."    * Dayikên girtiyan bal kişand ser daxwazên girtiyan û xwestin berî her tiştî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û cenaze dernekevin. Dayikan xwest daxwazên girtiyan pêk bên û çalakî bi dawî bibin."    * Aktivîsta TJA'yê Bîrsen Guneş, anî ziman ku qirkirina jinan ji ber newekehviya cinsî ye û diyar kir ku dê li hemberî êrîşên rêxistinbûyî yên mêran têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bidomînin.    * Pêkhateyên BMG'yê destnîşan kirin ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê welêt belav bûye û gotin: "Rabûna li ber tecrîdê, divê tenê wekî xespkirina mafê girtiyekî neyê dîtin."    * Piştî bidawîûna pêvajoya çareseriyê hema bibêje li gelek deverên herêmê betonên blokî hatine bicihkirin û bajar û navçe hatine hespkirin. Lê belê qeyûm dixwaze bi wêneyan van blokên betonî wekî tiştine balkêş nîşan bide.   * Akademîsyena Bogazîçiyê ya berê Doçent Noémy Lévy-Aksû, ji bo berxwedana xwendekaran a li dijî rektorê qeyûm wekî "berxwedaneke mafdar û wêrek" nirxand û destnîşan kir ku bêyî qadên azad û ewle, zanist jî ne pêkan e.    *  Xizmên girtiyan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan bang kirin û gotin: "Em ê bitêkoşin. Ji lew ra em ancax bi vî awayî dikarin bi ser bikevin. Em dengê xwe bilind bikim ku em karibin bi ser bikevin."    * Danişîna ewil a doza rojnamevan Abdurrahman Gok ku dê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" û "propaganda rêxistinê kiriye" were darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê bê lidarxistin. (10.00-12.00)   * Şandeya KCD, DBP û HDP'ê wê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd de li navçeyên Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê serdanan pêk bînin. (11.00-17.00)   * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê komcivîna xwe ya li Meclîsê li dar bixe. (12.00)   * Danişîna 5'emîn a doza nûçegihana me Rûken Demîr li Dadgeha Cezayê Giran a 19'emîn a Îzmîrê were lidarxistin. (14.00)   * Endamên Piştevaniya Mor têkildarî Peymana Stenbolê dê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê daxuyanî bidin. (15.30)