Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê giliya Notera ku agahiyên wan parve kiribû kir 2021-02-24 15:43:41   OSMANIYE – Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê, giliya Notera ku agahiyên endam û rêveberên wan bi polisan re parve kiribû, kir.    4’emîn Notera Osmaniyeyê, agahiyên 19 endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçe û bajarê Osmaniyeyê ku ji bo wekaleta parêzer lê kirarî kirin, bi polisan re parve kir. Bûyer bi birîna cezayê ku bi hinceta binpêkirina “mesafeya civakî” li HDP’iyan hat birîn derket holê.    Li ser vê yekê 19 HDP’iyan bi rêya parêzerên xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê dan û Bi sûcdariyên "Bikaranîna nebaş a peywirê” , “Binpêkirina Veşarî ya Jiyana Taybet” ,  “Xerakirina aramiya kesn” û “ Astengkirina xebatên partiya siyasî” giliya 4’emîn Noterê Osmaniyeyê Alî Dogan Demîrhan, Waliyê Osmaniyeyê Erdînç Yilmaz, Miduriyeta Polisan a Bajar a Osmaniyeyê û polisên ku girtekê amade kirine, kirin.