72 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-02-24 20:30:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 72 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 9 hezar û 561 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 285.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 72 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 561 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 28 hezar û 285 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 665 hezar û 194.