Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin 2021-02-26 09:03:21 STENBOL – Çetîn Yildiz ku li Girtîgeha Tarsûsê ya Jimara 2'an a Tîpa F'yê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, ragihand ku heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê paş de gav navêjin.  Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Çetîn Yildiz. Yildiz, ku gava xwendekarên Zanîngeha Kirşehîrê bûye, di Gulana 2017'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Par li dijî ferzkirina şipyakî jî ketibû greva birçîbûnê û 123 rojan di grevê de mabû.   Yildiz, niha di Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ye û daxilî çalakiya greva birçîbûnê ya niha jî bûye.    ROJÊ SAETEKÊ AVÊ DIDIN    Yildiz, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandine birayê xwe Abdûllah Yildiz. Bira Yildiz, bilêv kir ku ji ber pandemiyê bi mehane birayê xwe nedîtine, niha tenê bi telefonê bi hev re diaxifin. Yildiz, anî ziman ku birayê wî gotiye: "Nameyên wan dereng didin wan. Kargo jî werê. Em girtî 7-8 mehan di hucreyên karantînayê de bi tena serê xwe dimînin. Li hucreyan nivîn, balîf tune ne. Li girtîgehê rojê saetekê avê berdidin. Nîv saet ava germ, nîv saet ava sar. Li kantînê maske û lepik tune ne."   DIVÊ TECRÎD RABE    Yildiz, ddestnîşan kir ku birayê wî ji bo tecrîdên greva birçîbûnê jî gotin, heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê paş de gav navêjin. Bira Yildiz got: "ev pêvajoya şewba covîdê bi tena serê xwe derd e. Em nizanin dê dawiya vê çalakiya greva birçîbûnê çawa be. Çavê me tim li daxuyaniyên rayedaran e. Berî ku bi derengî bikeve divê gav bên avêtin. Berî ku mirin çêbibe divê gav bên avêtin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin."