AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne 2021-02-26 09:03:23 MÊRSÎN - Li Tarsûsê di sala 2014'an de Riza Bayram di dema mudaxileya polîsan de di çem de wer bûbû û jiyana xwe ji dest dabû. Dozgeriyê derbarê mirina Bayram de biryara neşopandinê dabû. Malbatê serî li AYM'ê dabû û AYM'ê biryara dozgeriyê wekî "binpêkirina mafê jiyanê" nirxandibû. Lê belê dozgeriyê hîn jî tiştek nekiriye û lêpirsîn nedaye destpêkirin.   Li Taxa Fahrettînpaşa ya navçeya Tarsûs a Mêrsînê, di 9'ê Hezîrana 214'an de komkujiya Licê hatibû şermezar kirin. Piştî ku polîsan mudaxileyî protestoyê kiribû, Bayram di çem de wer bûbû û jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê dozgeriyê derbarê mirina Bayram de biryara lêpirsînê dabû. Piştî vê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hatibû dayîn. AYM, biryara dozgeriyê wekî "binpêkirina mafê jiyanê" nirxand û xwest cardin lêpirsîn bê destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê, di 16'ê Kanûna 2015'an de derbarê mirina Bayram de biryara lêpirsînê dabû. Piştî vê parêzerê malbata Bayram serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê dabû û îtiraz kiribû. Lê belê dadgeriyê di 18'ê Çileya 2018'an de îtiraza malbatê red kiribû.    Piştî ku îtiraz hatibû redkirin, parêzerê malbata Bayram, di sala 2016'an de serî li AYM'ê dabû. AYM'ê jî di 13'ê Mijdara 2020'an de biryara xwe aşkere kiribû. AYM'ê dji bo biryara neşopandinê ya dozgeriyê gotibû, "mafê jiyanê hatiye binpêkirin" û xwestibû lêpirsîn cardin bê destpêkirin.    Parêzerê malbatê diyar kir ku lê belê dozgeriyê hîn jî derbarê dosyeyê de tiştek nekiriye.    MA / Omer Akin