'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin 2021-02-26 09:03:31 DERSIM – Velî Yildizê 69 salî ku piştî salên dûr û dirêj ji Almanyayê berê xwe da warê xwe Dersimê, ji ber îfadeyên hin kesên ku "sûd ji qanûna poşmaniyê girtine" hat girtin. Parêzerê wî Kenan Çetîn, anî ziman ku girtina muwekîlê wî dijî hiqûqê ye.  Velî Yildizê 69 salî, di dema şewitandina gundan de, di sala 1993'yan de ji navçeya Pilumûriyeyê ya Dersimê koçî Almanyayê kiriye. Yildiz, piştî salên dûr û dirêj berê xwe daye warê xwe Dersimê. Lê belê gava hatiye, hatiye girtin.   Yildiz ku bi navê "Xalê Xizir" tê naskirin, di 11'ê Sibatê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û wî xistin Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 2'yan.    Serokê Baroya Dersimê û parêzerê Yildiz Kenan Çetîn, diyar kir ku Yildiz welatiyê Tirkiyeyê û Almanyayê tev de ye û piştî salên dûr û dirêj vegeriyaye gundê xwe.    JI BER ÎFADEYAN HAT GIRTIN    Çetîn, da zanîn ku Yildiz ji ber îfadeyên 3 kesên ku sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtine hatiye girtine. Parêzer Çetîn got: "Gava hat binçavkirin, di dema îfadeya li fermandaray cendirmeyan jî li wir bûm. Li Dersimê mixabin di demên dawî de kesên ku sûd ji 'qanûna poşmaniyê' digirin îfadeyan didin. Ev kes bi awayekî 'gumanbar' îfadeyan didin. Lê îfadeya gumanbar û ya şahid cuda ne. Di dema şahidiyê de sond tê xwarin, lê di ya gumanbar de sond nayê xwarin. Li gor me gava di çarçoveya gumanbariyê de teşxîs çêbibe, divê em parêzer jî li wir bin. Divê ne li gor wêneyan be. Teşxîseke ku 6-7 kesên wekî Velî Yildiz hatine xêzkirin. Ji dêvla ku dosye bi awayekî baş bihata birêvebirin, tenê li gor wêneyan hatiye amadekirin û gotine 'ev tişt ji me re anîn, me ev tişt bihîstin.'"    ‘GIRTINA WÎ NE RAST E'    Çetîn, anî ziman ku kesên di dosyeyê de wekî 'şahidên nepen' cih girtine kodnavê wan û navê wan ê rastîn bi awayekî aşkere hatine bicihkirin. Çetîn got: "Li gor beyanên sê mensûbên rêxistinê, belkî jî şopandina teknîkê nehatiye kirin, dosye veşarî ye, lêpirsîn tune ye. Welatiye jê re dibêje 'Apê Velî li te dipirsin', ew jî dibêje 'Ma çî min heye li min dipirsin.' Apê Velî, werê difikire ku a hatiey kirin dafikeke û ev tişt li Dersimê hatiye serê gelek eksan. Niha dosye di asta lêprisînê de ye. Heger veguhere îdianameyê, em ê karibin bi dorfirehî tiştinan bibêjin. Me ji bo girtina wî îtiraz kir. Em çûn girtîgehê cem wî. Piştî karê wekaletêî em ê derbarê dosyeyê de hin amadekariyan bikin."    Çetîn, destnîşan kir ku girtina muwekîlê wî dijî hiqûqê ye û muwekîlê wî nexweş e, dermanan bi kar tîne. Çetîn, bilêv kir ku piştî bijîşkan jê re gotiye ê hewaya welêt li te bê, ew jî hatiey Dersimê.    ‘BILA MIN HEPSÎ MALÊ BIKIN, EZ Ê LI ŞANEŞÎNA XWE LI DERVE BINERIM'    Çetîn got: "Bijîşkên Almanyayê jê re dibêjin biçe dersimê. Dibêjin, ê hewaya li wir li te bê. Bi gotina wî, 'Ez darek bûm, min ji kokê de rakirin, birin. Lê ez cardin hatim û li vir şîn bûm.' Em nabêjin bila darizandin nedome. Lê di hiqûqê de darizandina negirtî esas e. Apê Velî nareve. DIbêje, 'Bila min hespî malê bikin, ez ê di şaneşîna xwe de lê binerim.' Me ev ragihand dadgehê."    DAFIK HATIYE DANÎN    Çetîn, diyar kir ku li bendî darizandineke dûr û dirêj in û got: "Apê Velî, ne kesekî ku kodnavek wî hebe. Girtina wî dijî hiqûqê ye. Jixwe umrê wî jî ne li gro wê ye. Di hevdîtina me ya dawî de, derbarê xwezayê û mirovan de helbestek nivîsîbû."    Çetîn, destnîşan kir ku Velî Yildiz, diyar dike ku a hatiye serê wî dafik û lîstikek e.    Parêzer Çetîn, xwest muwekîlê wî rojek berî rojekê bê berdan.    MA / Ayşe Surme