Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin 2021-02-26 09:21:34 DERSIM - Walîtiya Dersimê ragihand ku mehek din jî li dar xistina çalakî û şahiyan bi hêceta "pandemiyê" hatiye qedexekirin.  Li Dersimê qedexekirina çalak û şahiyan berdewam dike. Walîtiya Dersimê ragihand ku ji ber "Kovîd-19) li seranserî bajêr bo dema 30 rojan her cûre daxuyaniya çapemeniyê, civîn û meşên xwe pêşandanê, mitîng, civînên li derve, çalakiyên protestoyî, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, vekirina stantan, kampanya îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, konferans û çalakî û şahiyên bi vî rengî hatine qedexekirin. Qedexeyê îro dest pê kir û heta 30 rojan wê bidome.