Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin 2021-02-26 09:29:41   STENBOL - Li Esenyûrt û Kuçukçekmeceyê di serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin.    Li navçeya Esenyûrtê û Kuçukçekmeceya Stenbolê polîsan bi ser 14 malan de girt. Polîsan lêgerîn li malan pêk anî û alavên xelkê tevlihev kirin. Piştî serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin. Hêceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.