Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî 2021-02-26 10:51:08 STENBOL - Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku operasyona Garê kir ku îqtidar hundirê xwe de biheje û li welat jî hevsengiya hêza stratejîk guhertiye û her tişt girêdayî helwesta muxalefetê ye.  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 10’ê Sibatê de li dijî devera Garê ya girêdayî Herêma Başûrê Kurdistanê operasyonek li dar xistibû. Di operasyonê de 13 leşker û polîsên di destê PKK’ê de û 3 eskerên derketibûn operasyonê hatibûn kuştin. Dengvedan û nîqaşên li ser operasyonê berdewam dikin. Muxalefet ji vê operasyona neserketî encam da îqtidarê berpirsiyar digire.    Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertûgrûl Kurkçu operasyonê nirxand û destnîşan kir ku îqtidarê bi operasyona Garê neçareserkirina kêşeya kurd kûrtir bike û got: “Îqtidarê xwest têkçûnên xwe yên li qada polîtîkayê bi vê operasyonê wek ‘serkeftinê’ bide nîşandan. Dixwestin operasyonek berfireh û dirêj bikin. Lê ji ber têkçûna xwe bi lez û bez vegeriyan.”    ‘TÊKÇÛNA OPERASYONÊ HEVSENGIYA WAN HEJANDIYE’    Kurkçu têkildarî operasyonê bandorek çawa li ser siyaseta navxweyî kiriye jî got: “Rejîm ji tîrmeha 2015’an ve cara yekem e bi têkçûnek wiha re rûbirû dimîne. Bandora operasyon ya li ser polîtîkaya navxweyî ji bo rejîmê gelek giran çêbû. Hêj rejîm ji vê hejandina operasyonê nehatiye ser hişê xwe. Erdogan dixwaze ji berpirsiyariya meseleyê bireve. Lê viya wek berê nikare bike. MHP wek berê xwe har û gûr nake. Bahçelî vê hefteyê qala mijarê nekir. Di navbera hêzên rejîmê de nakokî zêde dibin. Operasyonek wiha ku amadekariyên bi teknîkî kiribûn vala derket. Hûn ji kîjan aliyî ve lê dinêrin binêrin, di warê leşkerî, dîplomatîk, stratejîk û polîtîkaya navxweyî de bi hêviya ‘serkeftinê’ çûn operasyonê lê di destê wan de ma û têk çû. Baweriyek xwe mezin winda kirin. Hevsendiya navxweyî ya rejîmê bi operasyonê re bi hejandinek stratejîk re rûbirû ma. Ev operasyon wek têkçûnek leşkerî ya dîrokî cihê xwe girt.    Divê meriv vê operasyonê wek operasyonek giştî ya li dijî kurdan bixwîne. Dixwazin bi her awayî tola vê operasyona têkçûyî ji HDP’ê bistînin. Di bin daxuyaniyên Suleyman Soylû yê Wezîrê Karên Navxweyî de ‘berjewendiyên şexsî’ hene. Aktorê sereke yê li dijî kurdan dijminatiyê dike Suleyman Soylû ye. Çimkî ew şagirtê Mehmet Agar û yên din e. Heke muxalefet têkildarî operasyonê helwesta xwe bi zelalî nîşan bide û hev bigire, wê pêvajo jî li gorî helwesta wan birêve biçe.”   MA / Nacî Kaya