Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin 2021-02-26 12:16:34   STENBOL - Derbarê nûçeyên bi sernavên “Li Sûrê tecrîd bi meşê hat şermezarkirin” û “Komkujiya Roboskî di meha 109’emîn de ye” yên ajansa me serwîs kirin de, lêpirsîn hat destpêkirin.    Bi hinceta giliya ji bo Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) a hatibû kirin, derbarê nûçeyên bi ser navên “Li Sûrê tecrîd bi meşê hat şermezarkirin” a di 27’ê Çileyê de û “Komkujiya Roboskî di meha 109’emîn de ye” a di 28’ê Çileyê di Ajansa Mezopotamya (MA) hatibûn serwîskirin de, lêpirsîn hat destpêkirin.   Midurê Karê Nivîsê yê ajansa me Ferhat Çelîk, derbarê giliyê hatibû kirin de li Çaglayana Stenbolê îfade da Serdozgeriya Komarê. Çelik di îfadeya da de, diyar kir ku nûçeyên hatine serwîskirin, ne sûcin û got: “Em di çarçoveya sînorê azadiya çapemeniyê ya li gorî feraseta Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) nûçeyan didin û rayeya xwe ya maf bi kar tînin. Divê ku nûçeyên me serwîs kirine di çarçvoeya azadiya çapemeniyê de bên nixandin. Nûçeyên ku me çêkirine ne sûcin.”