Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir 2021-02-26 14:17:20 RIHA - Walîtiya Rihayê, bêyî ku tu hincetê nîşan bide, heya mehekê lidarxistina çalakî û bernameyan qedexe kir.   Walîtiya Rihayê heya 30 rojan lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Welîtiyê, bêyî ku tu hincetê nîşan bide, heya 27’ê Adarê, hemû çalakî û bernameyên mîna civîn, xwe pêşandan, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina stant, vedana kon, belavkirina belavok û broşuran, daliqandina afîş û pankartan qedexe kir. Ev qedexe dê heya 30 rojan li navend û navçeyên Rihayê dewam bike.”