Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin 2021-02-26 14:47:58 STENBOL – Îdianameya derbarê 7 xwendekarên bi îdiaya “Wêneyê Kabeyê” li ber Zanîngeha Bogazîçiyê raxistine hat amadekirin. Ji bo her yek xwendekarî ji salekê heta 3 salan cezayê hefsê tê xwestin.  Lêpirsîna derbarê xwendekarên li ber Zanîngeha Bogazîçiyê bi armanca protestokirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû bi îdiaya “wêneyê Kabeyê li erdê raxistin e” temam bû. Li ser hedef nîşandana xwendekaran a têkildarî meseleya “Wêneyê Kabeyê” de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê xwendekaran de lêprisîn dabû destpêkirin. 2 xwendekar jê girtî bi giştî 7 xwendekar tên darizandin. Xwendekar Dogû D. û Selahattîn C.U. di 30’ê çile de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin.    Piştî vê biryara girtinê dayika Dogû D., Gamze D. ji endamtiya Meclîsa Şaredariya Sariyerê ya AKP’ê îstîfa kiribû.    Îdianameya ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Stenbolê ve hat amadekirin bi îdiaya “nav li xelkê dane ku dijminiyê û kîndariyê bikin” derbarê ji her xwendekarek de ji salekê heta 3 salan cezayê hefstê tê xwestin.