Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 2021-02-26 15:38:18   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû di şahiya piştevaniya bo xwe de axivî û got: “Em ê heta dawî li ber xwe bidin.”    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Enqereyê li avahiya xwe şahiya piştevaniyê ya ji bo Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû li dar xist. Gergerlîoglû û rêveberên HDP’ê û parêzvanên mafê mirovan beşdarî şahiya hevdînê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû axivî û diyar kir ku ev biryara cezakirina hevalê wan Omer Farûk ne hiqûqî ye û biryarek siyasî ye.    Gergerlîoglû jî axivî û hêviya wan neqediyaye û got: “Ez ê her ji bo parastina mafê mirovan bixebitim. Em ê heta dawiyê têbikoşin û li ber xwe bidin.”