Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin 2021-02-26 15:44:47   STENBOL – Meclisa Ciwan a HDP’ê, kampanya xwe ya “Bikeve Tevgerê” bi dawî kir û ev tişt got: “Me ala hevalên xwe yên li zindanan û li hefsên malê li ber xwe didin girt û ji bo ku hêvî li hêviyên wan zêde bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Meclisa Ciwan a HDP’ê, li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê, bi civîneke çapameniyê kampanya xwe ya “Bikeve Tevgerê” ku di meha hezîrana 2020’an de dabû destpêkirin, bi dawî kir. Di civîna ku Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag û gelek ciwana tevlî bûn de timik dûrişmeya “Bijî berxwedana zindana” hat berzkirin.    ‘CIWAN JI WAN RE SERÎ NATEWÎNIN’   Di civînê de Parlamenter Dag, axaftineke kir û bal kişand ser zextên li dijî ciwanan pêk tên û têkildarî mijarê ev tişt got: “Di serî de ciwanan kurd li dijî hemû ciwanan polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Ji bo ku ciwanan ji cewher, ziman û nasnameya wan qut bikin her cura êriş li dijî wan pêk tînin. Lê ciwanan ji wan re serî natewînin û wê netewînin.”   WÊ PAŞDE GAV NAVÊJIN   Piştî Dag, Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Lîvan Orman axivî û diyar kir ku li dijî ciwanan polîtîkayên tepisandinê tên pêşxistin û wiha got: “Lê wê tu carî ciwan paşde gav navêjin û hêviyên xwe zindî bigirin. Me ala hevalên xwe yên li zindanan û li hefsên malê li ber xwe didin girt û ji bo ku hêvî li hêviyên wan zêde bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştî axaftinan derbarê xebat û çalakiyên ku ji aliyê ciwanan ve di çarçoveya kampanyayê de hatine kirin de sînevîzyonek hat nîşandan.    Di dawiya civînê de ji hunermendên Komîsyona Çand û Hunerê ya Stenbolê Mazlûm Jînda ji ciwanan re kilam gotin û bi kilamên Jinda civîn bi dawî bû.