Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn 2021-02-26 15:54:39     STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê û muxalefet di vê mijarê de berpirsiyariyê bigire ser milê xwe bi Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn.    Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye destpêkirin, di çarçoveya “Xebatên Dîplomasiyê” de bi Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li avahiya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê pêk hat û gelek Dayikên Aştiyê beşdar bûn.    ‘EM BIBIN DENGÊ GIRTÎGEHAN’    Dayik di hevdîtinê de axivîn û çalakiya greva birçîbûnê ya sê mehan li pey xwe hişt bi bîr xistin. Dayikan got: “Serokkomar bi zimanê şer diaxive. Divê li Meclîsê yekîtiyek pêk were û pêşî liv ê were girtin. Em wek dayikan çi ji destê me were em ê bikin. Em dixwazin daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê were cih. Ehlaqek şer jî heye. Dilê me jî dişewite. Em hemû bibin yek û bibin dengê girtîgehan.”    BANG LI MUXALEFETÊ KIRIN    Dayikên Aştiyê ew dixwazin aştî pêk were û di mijara aştî û demokrasiyê de dixwazin muxalefet jî bi zelalî siyaseta xwe birêve bibe û li ser greva birçîbûnê raweste û ji bo daxwazên girtiyan dengê xwe derxe.    ‘ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BIKIN’    Sezgîn Tanrikûlû li daxwazên dayikan guhdar kir û destnîşan kir ku zimanê siyasetê rasterast bandora xwe li ser girtîgehan jî dike û ew meseleya girtîgehan ji nêz ve dişopîne. Tanrikûlû got ew parlamenterek jî bi zehmetî bi midûrek girtîgehê re dikare hevdîtin pêk bîne. Tanrikûlû anî ziman ku rayedar ne bi çavê welatiyan bi çavê dijminatiyê li girtiyan dinêrin. Tanrikûlû destnîşan kir ku ew ê li ser vê mijarê raweste û tişta bikeve ser milê wî dê bike.    Piştî axaftinên hatin kirin hevdîtin bi dawî bû. Dayikan anî ziman ku ew ê di rojên pêş de jî hevdîtinên xwe bidomînin.