Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan 2021-02-26 16:13:45   STENBOL – Rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye, giran dibe. Dayika Polat Songul Îlker, got ku heke tiştek bi kurê wê bibe berpirsyarê vê Wezîrê Edaletê be û daxwaza berdan kurê xwe kir.    Malbata girtiyê nexweş Ekîm Polat (23) ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye, li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê têkildarî rewşa kurê xwe civîna çapameniyê li dar xist. Malbat Polat û Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn tevlî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Bila girtiyê nexweş ê giran Ekîm Polat bê berdan” hat daleqandin.    DIBIN NEXWEŞXANEYÊ LÊ TEDAWÎ NAKIN   Di civînê de destpêkê dayika Polat Songul Îlker, têkildarî rewşa kurê xwe axivî. Îlker, diyar kir ku herî dawî di 8’ê sibatê de bi kurê xwe re axiviye û gelek nexweşînên kurê wê hene û wiha got: “Kurê min dema ku li Girtîgeha Tîpa Ta Akhîsarê bû îşkence lê hat kirin. Hê jî şopên îşkenceyê li ser laşê kurê min hene. Piştî îşkenceyê pirsgirêka dîtinê bi kurê min re çêbûye. Îşkence ketiye qamerayên girtîgehê jî û divê ev dîmen bên lêkolînkirin. Kurê min birine nexweşxaneyê lê ji ber ku dinbêjin, ‘terorîst e’ tedawî nakin. Gefên kuştinê lê tên xwarin. Heke tiştekî bi kurê min bibe Wezîrê Edaletê berpirsyar be. Ez ji jiyana kurê xwe bi guman im. Dixwazim ku kurê min demildest bê berdan.”   Piştî dayika Polat Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn jî axivî û bang kir ku astengiyên li pêşiya tedawiya girtiyên nexweş bê rakirin.