Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin 2021-02-27 09:13:12 ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Ridvan Yusufoglu yê 28 salin girtiye û berî 17 salan bi nexweşiya Ulseratîf Kolît ket, nayê derman kirin. Yusufoglu, ji bo ku bê dermankirin gelek caran sewqa xwe xwest, lê ev daxwaza wî her tim hat redkirin. Li gorî danayên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş di girtîgehan de hene. Li girtîgehên ku her roj bi binpêkirinên mafan dikevin rojevê girtî nayin dermankirin û bi  mirinê re rûbirû hatine hiştin. Ji bo ku ev binpêkirinên mafan û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bi dawî bibin, greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan di 27'ê Mijdara 2020'an de dest pê kirin, dewam dike.    Yek ji hezaran girtiyên nexweş Ridvan Yusufgolu (44) ku di temenê xwe yê 16 salî de, di sala 1992'yan de bi îdîaya "Yekitî û hevgirtina dewletê xirab kirin" cezayê muebetê lê tê birin, ev 10 salin nayê derman kirin. Yusufoglu yê li Girtîgeha Tipa L a Patnosê ya Agiriyê dimîne, berî 17 salan ji bo wî teşhîsa Ulseratîf Kolît (Nexweşiyeke kronîk a di rûviyê stûr de ye) hat danîn. Ji ber ku li Agiriyê beşa Gastroenterolojî tuneye, Yusufoglu nayê derman kirin.Yusufoglu, ji bo ku bê dermankirin, gelek ceran sewqa xwe ji bo girtîgehên Amed û Wanê xwest, lê her carê ev daxwaza wî hat redkirin û bê bersiv hiştin. Ji ber nebûna derman û pêvajoyên  dirêj ên karantinayê nexweşiya Yusufoglu, roj bi roj giran dibe.    DIBE KU DI ASTA HERÎ XETER DE BE   Yusufoglu, di telefona xwe ya heftane ya bi malbatê de, anî ziman ku nexweşiya wî gihiştiye asta herî xetere û wiha got: "Ez 17 salim bi nexweşiya Ulseratîfê re tedikoşim. Di rojên dawî de nexweşiya min giran bûye. Rûviyên min xwînî dibin. Li girtîgeha Patnosê derfetên dermankirina vê nexweşiyê tune ye. Beşa dermankirina vê nexweşiyê, li vê derê tuneye. Ji ber vê jî min dibin Wanê. Di her çûyin û hatina Wanê de, min dikin karantinayê. Pêvajoya karantinayê jî gelek dirêje. Ji qirika min xwîn tê û ev rewşa min dewam dike. Nexweşiya min kronîke û rîska wê heye. Ji ber vê, divê bi lezgînî pêvajoya tedawîkirinê bê destpêkirin. Dibe ku nexweşiya min niha gihiştibe asta herî bi xeter. Demekê li Amedê bûm û dihatim dermankirin. Lê piştî ez sewqî Patnosê kirim, dermankirina min jî qediya û zehmetiyan dikêşim. Ji bilî vê nexweşiyê, nexweşiyên min ên varîs, mîde û hwd hene. Ji ber ku 28 salin girtîme, gelek êş li min peyda bûne. Lê nexweşiya ku herî zêde min aciz dike, Ulseratîfe. Ji pêvajoya pandemiyê ve heta niha ez nehatime dermankirin."    'EZ 15 SALIN BENDA DERMANKIRINÊ ME'   Girtî Yusufoglu, dest nîşan kir ku dermanên wî jî nadinê û wiha bilêv kir: "Ev nêzî 4 mehane dermanên min nadin min. Bi hinceta ev derman nayê dîtin nadin min. Ji ber wê jî rûviyê min xwînî bû. Divê her 3 meh carekê rewşa nexweşiya min bê kontrolkirin. Lê ev 10 salin li benda dermankirinê me. Ger sewqa min a ji bo Amed û Wanê neyê kirin, rewşa jiyana min wê bi keve nava xeteriyek mezin."   DIVÊ BÊ DERMANKIRIN    Dayİka Yusufoglu, Hatîce Yusufoglu jî, bal kişand li ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê girtîgeh nema ye ku kurê min nebirine. Rewşa wî giran dibe. Kurê min 28 salin girtiye. Ji berê de heta niha nexweşiyên wî hene. Em dixwazin ku sewqî Wanê yan jî Amedê bê kirin. Pêwîste ku kurê min bê berdan."   NIKARE BIÇE HEVDÎTINÊ    Dayîk Hatîce Yusufoglu, diyar kir ku girtina girtiyên nexweş ne wîjdaniye û wiha got: "Dema ku kurê min sewqî Panosê kirin, di rê de îşkence lê kirin. Nehiştine ku biçe tuwaletê jî. Ev 2 salin ez nikarim biçim hevdîtina kurê xwe. Ez dixwazim ku kurê min bînin cihek nêz ku karibim biçim hevdîtina wî û di heman demê de bê darmankirin.   Yusufoglu, herî dawî xwest kurê wê tavilê bê dermankirin û ji bo hestiyariyê bang li raya giştî kir.   MA / Zeynep Dûrgût