Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin 2021-02-27 09:22:19 AMED - Polîsan vê sibehê bi ser malên rêveber û endamên MEBYA-DER û HDP’ê de girtin û gelek kes binçav kirin. Li navenda Amedê polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) Yuksel Almas û Şeyhmûs Karadag, endamên MEBYA-DER’ê Zekî Dag, Ayşe Çelîkbîlek, Meryem Soylû û Hatûn Aslan, Rêvebera Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Hatîce Guneş, Rêveberê DBP'ê Tahir Gul, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Peyasê Hanim Altindag, Rêveberê HDP'ê yê navçeya Sûrê yê berê Mûrat Uzgun, Mûzaffer Ûlaş, rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rezanê Fetûllah Işiktaş de girtin û ew kes di nav de gelek kes binçav kirin.    Hat diyarkirin ku polîsan di dema serdegirtinan de alavên malan belav kirine. Li aliyê din hat diyarkirin ku polîsan bi ser saziya MEBYA-DER’ê ya li navçeya Peyasê de girtine û niha jî lêgerîn lê didome. Polîsan kesên binçav kirin, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.   Hat gotin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.