Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin 2021-02-27 13:41:22   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtîyên Nexweş Re Azadî, ji bo girtiyên nexweş Faîk Guneş û Mehmet Emîn Ogur bên tedawîkirin xwest bên berdan.   Înîsiyatîfa Ji Girtîyên Nexweş Re Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 338'an de bi rêya vîdoyekê çalakî li dar xist. Înîsiyatîfê bi riya vîdeoyê rewşa girtiyên nexweş Faîk Guneş û Mehmet Emîn Ogûr ên li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T dimînin vegotin. Endama Lijneya Rêveber ya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyaniyê xwend. Çevîrmen diyar kir ku girtiyên nexweş derbarê tenduristiya xwe de bi riya nameyê agahî didin.   XETEREYA FETISÎNÊ   Çevîrmen da zanîn ku nexweşiyên Faîk Guneş (41) yên kronîk ên têkildarî mîde û rûviyan li girtîgehê derketine holê û anî ziman ku beriya niha jî Guneş ji guatira xwe jî emeliyat bûye û wiha got: “Ji ber 3-4 caran xwarin ket boriya wî ya nefesê xetereya fetisînê derbas kir. Guneş 5 sal in di girtîgehê de ye. Li girtîgehê nikare tedawî bibe û her ku diçe tenduristiya wî nebaştir dibe. Ji ber nexweşiyên xwe dixwaze infaza wî bê taloqkirin, sewqî nexweşxaneyê bibe û li derve tedawî bibe. Li aliyê din ragihand ku di dema pandemiyê de testa wan nehatiye kirin, li gel bê derfetiyê jî hewl didin xwe biparêzin lê ji ber di odeya 10 kesî de 21 kes dimînin navbera civakî nema ye.”   SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊ KIRIN   Çevîrmen destnîşan kir ku Mehmet Emîn Ogur (28) jî nêzîkî salekê ye bi nexweşînên wek mîde û rûviyan re rûbirû ye û wiha berdewam kir: "Li gel xwarina dermanan jî tedawiya wî didome. Ogur, gotiye ku ji ber şewitîn û janên mîdeyî nikare tiştekê bixwe, ji ber rûviyan timik zikê wî diêşe û xwestiye sewqî nexweşxaneyê bibin. Rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ku ‘ji ber pandemiyê hemû sewq hatine rawestandin û nikarin wî bişînin nexweşxaneyê'."    'DIVÊ WERIN BERDAN'   Çevîrmen anî ziman ku Ogur ji sala 2015’an û vir ve nexweşe û got: “Ogur, ragihand ku nexweşiyên weke fitika pişte, qetîna ta ya çok, herişîna pehniyê û hemoroîdê li girtîgehê girtine û tedawiya wan nayê kirin. Ji ber nexweşiyên Ogur û Guneş divê tedawiya wan bêkêmasî were kirin û sewqî nexweşxaneyê bên kirin. Wekî din divê ode ji bo şertên jiyaneke bi tenduristî bên amadekirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan û ji bo li cem malbatên xwe tedawî bibin înfaza wan bê taloqkirin.”