Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû 2021-02-27 16:34:44   AMED - Astronomê ji Amedê Abdulqadir Topkaç ku di 21'ê Sibatê de çû ser dilovaniya xwe, nameyek ji NASA re şandibû û şaşiya wan vegotibû. Li ser lêkolînê NASA nameya Topkaç bersivandibû û anîbû ziman ku dê şaşiya xwe rast bikin.    Piştî lêkolînên dûr û dirêj ên zanyaran hatibû qebûlkirin ku heyv wexta li derdora cîhanê dizivire xelekeke gilover çêdike. Bi salan di dibistanan û zanîngehan de xwendekar bi vê agahiyê dihatin perwerdekirin.     Rojekê ji Bakurê Kurdistanê ji bajarê Amedê, nameyek çû ji NASAyê re. Di nameyê de dihat gotin ku heyv xelekeke gilover çênake di zivirîna derdora cîhanê de. Lê belê tevgera heyvê wekî kevanekê ye li derdora cîhanê. Piştî demekê NASA'yê nameya ji Amedê bersivand û got "Agahiyên tê rast in. Emê di pirtûkên xwe yên perwerdeyê de vê şaşiyê rast bikin û nîşeyên te binivîsin. Her wiha em ji ber vê keda te ya hêja te pîroz dikin."     DI ZAROKANTIYA XWE DE NANPÊŞ BÛ    Xwediyê vê lêkolînê Abdulqadir Topkaçê ji Amedê bû. Topkaç, di 21’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da û hezkiriyên xwe di nava xemginiyê de hişt. Abdulqadir Topkaç ji zaroktiya xwe ve bi karê nanpêjiyê re mijûl dibû. Rojekê di xewna xwe de dibîne ku li fezayê rêwîtiyê dike. Ji xew hişyar dibe û ji xwe dipirse; gelo ezê karibim pişta heyvê jî bibînim. Piştî vê yekê dest bi lêkolînê dike.    LI SÛRÊ LÊKOLÎN KIR   Sal 1991 e. Li bajarê Amedê, li mala xwe ya li taxa Sûrê, li ser fezayê lêkolînan dike. Li gel ku ji dibistana sereteyî ve neçûye tu dibistan û zanîngehan jî, xwe bi xwe lêkolînan dike û xwe pêş dixe. Piştî demekê, li gel bêderfetiyên aborî jî ji xwe re teleskopekê dikire. Diçe serê kaşekî û li wir tevgerên rojgeran û heyvê dişopîne. Di lêkolînên wî de tiştek bala wî dikişîne ku tişta Topkaç bi teleskopa xwe dibîne û hin agahiyên di pirtûkan de hevdu nagirin.  Roj bi roj tevgerên heyve dişopîne û nîşeyan digire. Piştî ku lêkolîna wî bi dawî dibe ji NASAyê re nameyekê dişîne û piştî vê nameyê NASA, agahiyên xwe li gor lêkolîna Topkaç diguherîne.  Di destên astronomê ji Amedê de gelek nîşeyên di derbarê fezayê û tevgerên rojger û stêrkan kom dibin. Topkaç hin agahiyên xwe dişînê sazî û zanîngehên Tirkan jî lê belê an bersiv nayê an jî lêkolînên wî bi kar bînin jî navê wî di bin lêkolînan de derbas nabe.    HÊZÊN ÇEKDAR ÊN TIRK DI ÊRÎŞA SÛRÊ DE TELESKOPA WÎ ŞIKANDIN   Di sala 2016’an de li taxa Sûrê berxwedana xweseriyê dest pê dike. Hêzên çekdar ên Tirk êrîşî hemû malên taxê dike û di nav wan malên hilweşiyayî de teleskopa Topkaç jî dişikînin.  Şikestina teleskopa ku bi bêderfetiyan kirî lêkolînên wî nîvco dihêle.  Hin xêrxwaz li ser înternetê, ji bo teleskopekê ji Topkaç re bikirin kampanyayekê didin destpêkirin. Teleskopeke nû ji Topkaç re tê kirîn û xebatên wî yên di derbarê fezayê de didomin.  Abdulqadir Topkaç bi nexweşiya pençeşêrê dikeve û demekê li nexweşxaneyê tedawî dibîne. Lê mixabin, nexweşî serdestiyê jê distîne û di 21’ê Sibata 2021’ê de jiyana xwe ji dest dide. Lêkolînên wî yên ku emrek daye wan û teleskopa wî ya rêhevaltî jê re kirî li paş xwe dihêle û koça xwe ya dawî dike.