Li Heftanînê cerdevanekê mir 2021-02-28 10:24:08   ŞIRNEX – Li Heftanînê ku operasyona leşkerî lê didome, cerdevanekî qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Cerdevanê bi navê Abdullah Aydemîr ku tevlî operasyona Heftanînê ya sala borî di meha hezîranê de hatibû destpêkirin û hê jî didome bûbû, li Heftanînê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cerdevan Aydemîr li bajaroka Dêra Hînê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê hat veşartin.