Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin 2021-02-28 11:07:17   AMED –  5 Girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bûnyanê ya Qeyseriyê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê hatin kirin, ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derketin gardiyanan ew derp kirin.    Girtiyên bi navê Mahmût Yamalak, Mahmût Saît Kûlû, Mesût Pehlîvan, Îbrahîm Ataş û girtiyek ku navê wî nehat hînkirin, di 20’ê sibatê de bi awayekî kêfî ji Girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Bûnyanê ya Qeyseriyê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê hatin kirin. Ji ber pandemiyê her pênç girtiyan jî li Meletiyê kirine qarantînayê. Her wiha derbarê sewqkirinê de malbatên girtiyan agahdar nekirine.    Dayika girtî Pehlîvan Garîp Pehlîvan, diyar kir ku ji xizmên girtiyên din ên ku bi kurê wê re hatine sewqkirin hîn bûye ku kurê wê hatiye sewqkirin. Dayika Pehlîvan, da zanîn ku li ser vê li Girtîgeha Bunyanê geriyaye lê rêveberiyê girtîgehê tu agahî pê re parvenekiriye û pişre li Girtîgeha Meletiyê geriyaye û sewqkirina kurê xwe piştrast kiriye.    LÊGERÎNA TAZÎ Û TUNDÎ   Girtî Pehlîvan, rojek bere bi telefonê bi dayika xwe re axivî û bi rêya dayika xwe têkildarî sewqkirina wan ev agahî parve kirin: “Roja înê (19’ê sibatê) ji me re gotin em ê bên sewqkirin lê diyar nekirin ku em ê sewqî kîjan girtîgehê bên kirin. Roja şemiyê (20’ê sibatê) saet di 08.00’an de me li wesayîta rîngê siwar kirin û heqaret li me kirin. Heta em hatin ber derê Girtîgeha Meletiyê jî em nizanibûn ku sewqî kîjan girtîgehê tên kirin. Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li me hat ferzkirin, me qebûl nekir û ji ber vê me derp kirin. Em niha bi 4 hevalan re di qarantînayê de ne. Polîtîkayên 12’ê Îlonê li ser me tên meşandin. Dema me derdixin hewadariyê dixwazin ku em li berû bere diwaran bimeşin. Em jî vê qebûl nakin. Ji ber vê her şev li qawişên me lêgerînan dikin û tundiya derûnî pêk tînin. Pênûs, lênûsk, pirtûk û kincên me nedane me.”    ‘EM EÊ DEV JI ÇALAKIYÊ BERNEDIN’    Girtî Pehlîvan, bang li raya giştî jî kiriye û ev tişt dibêje: “Bila hemû malbatên girtiyan li dijî van pêkanînan dengê xwe derbixin û li girtiyan xwedî derkevin. Îro hewl didin me ji hev cihê bikin. Bi vî awayî dixwazin em terka doza xwe bikin û tevlî çalakiya greva birçîbûnê nebin. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan û zext û êrişên lis er girtiyan bi dawî nebin em ê dev ji çalakiyê bernedin.”   ‘EM BÊN GEL HEV’    Dayika Pehlîvan Garîp Pehlîvan jî ev tişt anîn ziman: “Ez bangî tevahiya gelê me dikim, em dest bidin hev, xwe li ker û koriyê daneynin. Em tev bi hev re li dijî van pêkanîna derkevin û tecrîdê bişikînin. Em pandemiyê deynin aliyekê, êdî weke dayik bên gel hev. Heta ku ev tecrîd ranebe, wê çalakiyên greva birçîbûnê zextên ku tên kirin bi dawî nebin.”